Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Textê li Ezmên 
1
Piştî van tiştan min dît ku va ye, li ezmên deriyekî vekirî heye. Ew dengê ku min pêşî bihîstibû û wek dengê boriyê bû, ji min re got: «Hilkişe vir û ezê wan tiştên ku divê ji niha û pê ve çêbin, nîşanî te bidim.»
2
Di cih de Ruh hat ser min, min dît, textek li ezmên hebû û li ser text yek rûniştî bû.[a]
3
Û dîtina yê rûniştî mîna kevirê yêşîm û eqîqê sor yê şewqdar bû. Li hawirdora text keskesoreke mîna zimrûd hebû.
4
Li hawirdora text bîst û çar textên din hebûn û li ser wan textan bîst û çar rihspî rûdiniştin. Li ser serê wan tacên zêrîn hebûn û cilên spî wergirtibûn.
5
Û ji text birûsk, deng û xurexurên ewran derdiketin. Û li ber text heft xetîrên êgir yên pêketî hebûn, ew heft ruhên Xwedê ne.[b]
6
Li ber text tiştek wek deryayeke camîn û mîna belûr hebû.
Û li navendê, li hawirdora text, çar afirîdên* jîndar hebûn ku ji pêş û ji paş ve bi çavan tije bûn.
7
Afirîdê pêşî mîna şêr bû, yê diduyan mîna conega bû û rûyê afirîdê sisiyan wek rûyê mirovan bû û afirîdê çaran mîna eyloyê firek bû.
8
Û ji çar afirîdan her yek ji wan şeş baskên wî hebûn, hawirdora wî û hundirê wî bi çavan tije bû. Bi şev û bi roj bê rawestin dibêjin:
«Pîroz, pîroz, pîroz,
Xudan, Xwedayê karîndarê* her tiştî,
Yê ku Hebû, Yê ku Heye û Yê ku Wê Bê.»[c]
9
Û her cara ku çar afirîdên jîndar rûmet, hurmet û şikiriyê didin yê ku li ser text rûniştiye û her û her dijî,
10
bîst û çar rihspî li ber yê ku li ser text rûniştiye deverû diçin ser çokan, diperizin* wî yê ku her û her dijî û tacên xwe datînin ber text û dibêjin:
11
«Ya Xudan, Xwedayê me,
Tu hêja yî ku rûmet, hurmet û hêzê bistînî.
Çimkî te her tişt afirandin
Û bi daxwaza te ew afirîn û hene.»
  1. a. 4:2-8 Hezekiyêl 1:5-28
  2. b. 4:5 Derketin 19:16
  3. c. 4:8 Binêre: Îşaya 6:3; Amos 4:13; Îşaya 41:4