Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Heft Piyanên Xezeba Xwedê 
1
Hingê min dengekî bilind ji Perestgehê bihîst ku ji heft milyaketan re got: «Herin û heft piyanên xezeba Xwedê birijînin ser rûyê erdê.»
2
Yê pêşî çû û piyana xwe rijand ser erdê û ew mirovên ku deqa cenawir li ser wan hebû û ji sûretê wî re çûbûn ser çokan, kûnêrên pîs û xerab li ser wan çêbûn.[a]
3
Yê diduyan piyana xwe rijand ser deryayê û derya bû wek xwîna miriyan. Û her afirînê jîndar ê ku di deryayê de bû mir.
4
Yê sisiyan piyana xwe rijand ser çem û ser çavkaniyên avê û ew bûn xwîn.[b]
5
Hingê min bihîst ku milyaketê avê weha got:
«Ya Yê ku Heye û Yê ku Hebû, Yê Pîroz,
Tu dadperwer î, ku te weha dîwan kir![c]
6
Çimkî wan xwîna pîroz û pêxemberan rijand
Û te ji bo vexwarinê xwîn da wan.
Wan ev heq kir.»[d]
7
Û min dengê gorîgehê bihîst ku got:
«Erê, ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî,
Dîwankirina te rast û dadperwer e.»[e]
8
Yê çaran piyana xwe rijand ser rojê. Ji rojê re desthilatî hat dayîn, ku mirovan bi êgir biqelîne.
9
Îcar mirov bi kelgermiyeke mezin hatin qelandin û çêr kirin navê wî Xwedayê ku desthilatiya wî li ser van belayan heye. Lê ji kirinên xwe yên xerab tobe nekirin û rûmet nedan wî.
10
Yê pêncan piyana xwe rijand ser textê cenawir û padîşahiya wî bû taristanî. Ji êşê mirovan zimanê xwe gez kirin[f]
11
û ji ber êş û kûnêrên xwe çêrî Xwedayê ezmên kirin, lê ji kirinên xwe tobe nekirin.
12
Yê şeşan piyana xwe rijand ser çemê Firatê yê mezin. Ava wî çikiya, da ku rê ji bo padîşahên Rojhilatê bê amadekirin.[g]
13
Piştre min sê ruhên nepak ên ku mîna beqan bûn dîtin. Ew ji devê ejder, ji devê cenawir û ji devê pêxemberê derewîn derdiketin.
14
Ew ruhên ku cin in nîşanên mezin çêdikin. Ew diçin ba hemû padîşahên dinyayê, da ku wan ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî bicivînin.
15
«Va ye, ez wek dizan têm! Xwezî bi wî yê ku hişyar disekine û cilên xwe parastine, da ku tazî negere û eyba wî neyê dîtin!»
16
Hingê wan ruhan ew padîşah li wî cihî civandin, ku bi Îbranî* jê re ‹Harmegedon› tê gotin.
17
Yê heftan piyana xwe rijand ser bayê û ji Perestgehê, ji text dengekî bilind derket û got: «Çêbû».
18
Hingê birûskê lê da, deng hat, bû xurexura ewran û erdhejîneke wusa mezin çêbû ku ji çaxê mirov li ser rûyê erdê ne û heta niha erdhejîneke wusa çênebûye.
19
Bajarê mezin bû sê perçe û bajarên miletan hilweşiyan. Û Babîla* mezin hat bîra Xwedê, da ku kasa şeraba xezeba xwe ya dijwar bide wê.
20
Hemû girav reviyan û çiya êdî nehatin dîtin.
21
Ji ezmên teyroka mezin ya bi giraniya telantekê* li ser mirovan barî. Mirovan jî ji ber belaya teyrokê çêrî Xwedê kirin, çimkî bela wê gelek mezin bû.[h]
  1. a. 16:2 Derketin 9:10
  2. b. 16:4 Derketin 7:17-21
  3. c. 16:5 Binêre: Derketin 3:14; Zebûr 145:17
  4. d. 16:6 Binêre: Zebûr 79:3; Îşaya 49:26
  5. e. 16:7 Binêre: Zebûr 19:9; 119:37
  6. f. 16:10 Derketin 10:21
  7. g. 16:12 Îşaya 11:15
  8. h. 16:21 Derketin 9:23