Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Du Cenawir 
1
Piştre min cenawirekî ku ji deryayê derdiket dît. Deh strûhên* wî û heft serên wî hebûn û li ser strûhên wî deh tac û li ser serên wî navên çêran* hebûn.
2
Ew cenawirê ku min dît, mîna piling bû, lingên wî wek lingên hirçê bûn û devê wî wek devê şêr bû. Û ejder hêza xwe, textê xwe û desthilatiya mezin da wî.
3
Û seriyek ji seriyên cenawir wek ku li ber mirinê be birîndar bû, lê birîna mirinê hat qenckirin û seranserê dinyayê li cenawir şaş ma.
4
Hingê mirov ji ejder re çûn ser çokan, çimkî wî desthilatiya xwe da cenawir. Mirov perizîn cenawir û gotin: «Gelo kî mîna cenawir e? Û kî dikare bi wî re şer bike?»
5
Devê ku tiştên mezin dibêje û çêran dike ji wî re hat dayîn û desthilatî ji wî re hat dayîn, ku çil û du mehan çi bixwaze bike.
6
Ji bo ku li dijî Xwedê çêran bike, devê xwe vekir û çêrî navê wî, konê wî û yên ku li ezmên rûdinin kir.
7
Destûr ji wî re hat dayîn, ku bi pîrozan re şer bike û li hember wan bi ser keve. Û desthilatiya li ser her bavik, gel, ziman û miletan ji wî re hat dayîn.[a]
8
Hemû yên ku li ser erdê rûdinin, hemû yên ku navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê ya Berxê şerjêkirî de nehatine nivîsîn, wê jê re herin ser çokan.[b]
9
Guhê kê hebe, bila bibihîze:
10
Yê hêsîrtiyê*, wê here hêsîrtiyê;
Yê şûr, wê bi şûr bê kuştin.[c]
Li vê derê bîhnfirehî û baweriya pîrozan divê.
11
Hingê min cenawirekî din dît ku ji erdê derdiket. Wek berxekî, du strûhên wî hebûn û wek ejder dipeyivî.
12
Û hemû desthilatiya cenawirê pêşî li ber wî bi kar dianî. Wî wusa kir, ku rûyê erdê û yên ku li ser wê rûdinin ji wî cenawirê pêşî re herin ser çokan, ku birîna wî ya mirinê hatibû qenckirin.
13
Wî li ber mirovan nîşanên mezin dikirin, heta dikaribû ku ji ezmên êgir bîne ser rûyê erdê.
14
Û bi wan nîşanên ku jê re hatibûn dayîn, da ku li ber cenawirê pêşî bike, wî ew ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin, dixapandin. Ji wan re digot ku sûretekî ji wî cenawirî re çêkin ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin û dîsa dijiya.
15
Desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku nefesê bide sûretê cenawir ku sûretê cenawir bipeyive û bikare wan ên ku neperizin cenawir bide kuştin.
16
Wî destê rastê an eniya hemû biçûk û mezinan, dewlemend û belengazan, azad û xulaman dida deqkirin.
17
Wusa ku heçî kesê deqa cenawir, yanî navê wî an hejmara navê wî pê re nebe, nekaribe kirrîn û firotinê bike.
18
Li vê derê şehrezayî divê: Yê ku fêmdar be, bila hejmara cenawir hesab bike. Çimkî hejmara mirov e û hejmara wî şeş sed û şêst û şeş e.[d]
  1. a. 13:5-7 Daniyêl 7:8, 21, 25
  2. b. 13:8 Zebûr 69:28
  3. c. 13:10 Binêre: Yêremya 15:2; 43:11
  4. d. 13:18 Tê fêmkirin ku hejmara 6 bi mana kêmahiyê ye, 7 bi mana temamiyê ye.