Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Destpêk 
1
Ev peyxama* Îsa Mesîh* e ya ku Xwedê da wî, da ku wan tiştên ku divê di nêzîk de çêbin nîşanî xulamên wî bide. Û wî ev bi destê milyaketê xwe şand û ew bi xulamê xwe Yûhenna da zanîn.
2
Yûhenna jî li ser wan hemû tiştên ku wî dîtibûn şahidî kir, yanî li ser peyva* Xwedê û li ser şahidiya Îsa Mesîh.
3
Xwezî bi wî yê ku van peyvên pêxemberîtiyê* dixwîne û xwezî bi wan ên ku guhdariya wan dikin û tiştên ku di wê de hatine nivîsîn digirin. Çimkî wext nêzîk e.
Silav 
4
Ji Yûhenna, ji heft civînên* bawermendan re yên ku li herêma Asyayê* ne:
Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê û ji heft ruhên ku li ber textê wî ne[a]
5
-6 û ji Îsa Mesîhê ku şahidê dilsoz, nixuriyê miriyan û serokê padîşahên erdê ye, kerem û aştî* li ser we be.
Rûmet û karîn her û her ji wî re be, ku ji me hez dike û bi xwîna xwe em ji gunehên me azad kirine û em ji Bavê xwe Xwedê re kirine padîşahî û kahîn*. Amîn*.[b]
7
Va ye, ew bi ewran re tê.
Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî.
Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin.
Erê. Amîn.[c]
8
Xudan* Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê* her tiştî, dibêje: «Alfa* û Omêga Ez im.»[d]
Dîtiniya Yûhenna ya li ser Îsa Mesîh 
9
Ez birayê we Yûhenna* me yê ku bi Îsa re di tengahiyê de, di padîşahiyê û di bîhnfirehiyê de hevparê we ye. Ez di ber peyva Xwedê û di ber şahidiya Îsa de li wê giravê bûm ku jê re Patmos tê gotin.
10
Di roja Xudan de Ruh hat ser min û min li pişt xwe dengekî bilind bihîst ku wek dengê boriyê bû
11
û digot: «Tiştê ku tu dibînî, di kitêbê de binivîse û ji heft civînên* bawermendan re bişîne, yên ku li Efes, Izmîr, Pergama, Tiyatîra, Sardeys, Filadelfiya û li Lawdikyayê ne.»[e]
12
Ez zivirîm, da ku ez wî dengê ku bi min re dipeyive bibînim. Îcar gava ez zivirîm, min heft şamdankên zêrîn dîtin.
13
Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê* Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû.
14
Porê serê wî spî bû, wek livaya spî, mîna berfê bû. Û çavên wî wek pêta êgir bûn.[f]
15
Lingên wî wek wî tûncê xas ê ku di firnê de hatiye sorkirin dibiriqî û dengê wî wek dengê xuşîna aveke boş bû.[g]
16
Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.
17
Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî. Wî jî destê xwe yê rastê danî ser min û got: «Netirse, ez Yê pêşî û Yê Paşî me.[h]
18
Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê* miriyan bi min re ne.
19
Îcar tiştên ku tu niha dibînî, tiştên ku bûne û yên ku ji niha û pê ve wê bibin, binivîse.
20
Sira van stêrên ku te di destê min yê rastê de dîtine û ya heft şamdankên zêrîn ev e: Heft stêr milyaketên heft civînên* bawermendan in û heft şamdank heft civîn in.
  1. a. 1:4 Derketin 3:14
  2. b. 1:5-6 Derketin 19:6
  3. c. 1:7 Binêre: Daniyêl 7:13; Metta 24:30; Selanîkî I, 4:17; Zekerya 12:10-14; Yûhenna 19:34
  4. d. 1:8 Alfa û Omêga: Destpêk û Dawî. Alfa û Omêga herfên pêşî û paşî yên alfabeya Yewnanî ne.
  5. e. 1:11 Dema ku ev hatibû nivîsîn, navê bajarê Îzmîrê «Smîrna» bû.
  6. f. 1:13-14 Daniyêl 7:9, 13; 10:6
  7. g. 1:15 Hezekiyêl 1:24
  8. h. 1:17 Îşaya 44:6