Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr. 
1
Ji Xudan re lavijek nû bixwînin,
Çimkî wî karên nedîtî kir,
Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî.
2
Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin,
Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da.
3
Hezkirin û dilsoziya xwe ya,
Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî;
Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît.
4
Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin!
Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan!
5
Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan,
Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan!
6
Bi zirnê û bi dengê boriyan,
Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin.
7
Bila derya û tijebûna wê,
Dinya û yên lê rûdinên biqîrin.
8
Bila çem, li çepikan xin,
Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan.
9
Çimkî ew tê,
Da ku dadbar bike dinê bi edaletê,
Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.