Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 97
- 1
- Serweriya Xwedê dajo, bila erd şa be,
 Bila hemû keviyên deryayan şa bin!
- 2
- Ewr û tarî li der û dora wî ne,
 Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne.
- 3
- Agir li pêş wî diçe,
 Li der û dorê, dijminên wî dişewitîne.
- 4
- Birûskên wî dinyayê ronahî kirin,
 Erdê dît û lerizî.
- 5
- Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan,
 Çiya dihelin wek şimayê.
- 6
- Ezman rastdariya wî didin bihîstin,
 Hemû milet berziya wî dibînin.
- 7
- Hemû yên ku diperizin pûtan,
 Û pesnê xwe bi pûtên pûç didin, bila şerm bikin!
 Ey îlahno, biperizin Xudan!
- 8
- Sîyonê bihîst û şa bû,
 Keçên Cihûdayê şa bûn,
 Ji ber dadbariya te, ya Xudan.
- 9
- Çimkî ya Xudan, Herî Berzê dinê tu yî,
 Tu li ser hemû îlahan, pirr li jor î.
- 10
- Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan.
 Canê dilsozên xwe ew diparêze,
 Ew wan azad dike, ji destê xeraban.
- 11
- Ji bo rastan ronahî,
 Ji bo dilpakan şahî tê çandin.
- 12
- Ey yên rast, bi Xudan şa bin,
 Pîroziya wî bibîr bînin û spas bikin!

