Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 96
 - 1
 - Lavijek nû ji Xudan re bixwînin!
Ey tevahiya dinyayê, ji Xudan re lavijan bêjin! - 2
 - Lavijan bêjin, navê Xudan pîroz bikin,
Her roj mizgîna rizgarkirina wî bidin! - 3
 - Berziya wî li nav miletan,
Karên wî yên nedîtî li nav hemû gelan belav kin! - 4
 - Çimkî Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye,
Ji hemû îlahan bêtir, ji wî tê tirsîn. - 5
 - Çimkî hemû îlahên gelan pût in,
Lê yê ku ezman afirand Xudan e. - 6
 - Berzî û mezinahî li pêş wî ne,
Hêz û xweşikî li perestgeha wî ne. - 7
 - Ey hûn malbatên gelan, pesnê Xudan bidin,
Pesnê hêz û berziya Xudan bidin, - 8
 - Pesnê berziya navê Xudan bidin,
Pêşkişiyan bînin û têkevin hewşên wî! - 9
 - Di nav berziya pîroz de biperizin Xudan!
Ey tevahiya dinê li pêş wî bilerizin! - 10
 - Di nav miletan de bêjin, "Xudan serweriyê dajo."
Dinya saxlem hatiye avakirin, naleqe.
Ew bi dadperwerî gelan dadbar dike. - 11
 - Bila ezman şa bin, erd dilşa be!
Bila derya û hemû yên tê de, bikin gurmîn! - 12
 - Bila zevî û hemû yên tê de şa bin!
Hingê tevahiya darên daristanê,
Wê li pêş Xudan bi şahî bistrên. - 13
 - Çimkî ew tê!
Ew tê, ji bo dadbarkirina erdê.
Ewê dinê bi dadperwerî,
Û miletan bi rastdariya xwe dadbar bike. 

