Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 91 
1
Yê ku, li stara Yê Herî Berz rûdinê,
Wê di bin siya Karîndar de aram be.
2
Ez ji bo Xudan dibêjim, "Ew birc û stara min e,
Ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me."
3
Çimkî ew, te ji dafika nêçîrvan,
Ji nexweşîna ku dibe mirinê rizgar dike.
4
Ew bi bazkên xwe te dinixême,
Tu xwe davêjî bin milên wî.
Dilsoziya wî dibe mertal û kozika te.
5
Ne tu ji sawa şevê ditirsî,
Ne jî ji tîrê ku bi roj difire.
6
Ne ji nexweşîna ku di tariyê de digere,
Ne jî ji xerakirina ku navê rojê tune dike.
7
Li ba te hezar,
Li milê te yê rastê deh hezar bikevin jî,
Lê ew nêzikî te nabe.
8
Tu tenê bi çavê xwe dinêrî,
Û cezayê xeraban dibînî.
9
Bi rastî ya Xudan, tu stara min î.
Te, Yê Herî Berz ji xwe re kir cî û war,
10
Wê xerabî dest nede te,
Nexweşîn neyê nêzikî konê te.
11
Da ku di hemû riyên te de, te biparêzin,
Wê ji bo te, emir li milyaketên xwe bike.
12
Ji bo ku lingê te li kevirekî nekeve,
Wê li ser destê xwe, te hilgirin.
13
Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî,
Tê şêrê ciwan û marê ziya bipelçiqînî.
14
"Ji ber ku ji min hez kir, ezê wî xelas kim,
Ezê wî biparêzim, çimkî navê min nas kir.
15
Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim,
Di tengahiyê de li ba wî bimînim,
Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim.
16
Ezê wî bi jiyê dirêj têr kim,
Nîşanî wî bidim, rizgarkirina xwe."