Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Dua zilamê Xwedê Mûsa ye. 
1
Ya Reb, tu ji me re star bûyî,
Hemû deman.
2
Hê beriya ku çiya çêbin,
Hê beriya ku tu erdê û dinyayê biafirînî,
Ji bêdestpêkî heta bêdawîtiyê, tu Xwedê yî.
3
Tu mirov dizivirînî axê,
Tu dibêjî, "Ey kurê mirov, bizivirin axê!"
4
Çimkî di çavê te de hezar sal,
Wek do, derbas bûye.
Wek nobeta şevê ye.
5
Tu wan dimalî û dibî, ew wek xewnewkê ne,
Ew wek giyayê serê sibê ne;
6
Serê sibê kulîlk dide û mezin dibe,
Êvarê diçilmise û ziwa dibe.
7
Em bi hêrsa te telef dibin,
Û bi xezeba te şeperze dibin.
8
Te sûcên me danîn ber xwe,
Te gunehên me yên bi dizî danî ber roniya rûyê xwe.
9
Hemû rojên me, bi xezeba te diborin,
Em wek hilmekê, diqedînin salên xwe.
10
Rojên jiyana me heftê sal in,
Em bi sihet bin, belkî heştê sal;
Salên herî xweş, bi zehmet û bi keder,
Zûka derbas dibin û em jî, difirin û diçin.
11
Kî bi hêza xezeba te dizane?
Çimkî xezeba te, bi qasî tirsa ji te ye.
12
Loma tu, jimartina rojên me hînî me ke,
Da ku em dilekî şehreza bistînin.
13
Jêgere ya Xudan! Ma wê heta kîngê hêrsa te bajo?
Li xizmetkarên xwe were rehmê!
14
Serê sibê me bi kerema xwe têr bike,
Da ku em di hemû rojên xwe de şa û dilgeş bin.
15
Bi qasî rojên ku te em kirin tengahiyê,
Li gor salên ku em di belayê de bûne,
Tu ewqasî me şa bike.
16
Bila karê te ji xizmetkarên te re,
Rewnaqiya te li ser zarokên wan were dîtin.
17
Bila qenciya Xwedê, Rebê me li ser me be.
Keda destê me, ji bo me berdar bike.
Erê, keda destê me berdar bike.