Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
 - 1
 - Ya Xudan ezê bi hemû dilê xwe ji te re şikir bêjim,
Hemû karên te yên mezin bibêjim. - 2
 - Ezê bi te dilgeşiyê bibînim, bikim kêfan.
Bi îlahiyan bidim pesnê te, ey Berzê Berzan! - 3
 - Gava ku dijminên min bi şûn de vedigerin,
Li pêş te diterpilin, dimirin û derin. - 4
 - Çimkî doza min, heqê min te parast,
Li text rûniştî da biryara rast. - 5
 - Te li miletan hilat, xeraban tune kir,
Her û her navê wan jê bir. - 6
 - Dijmin neman, her û her xerab in,
Te ji binî hilweşand bajarên wan,
Êdî qet nayê gotin ji navê wan. - 7
 - Belê Xudan her û her rûniştiye,
Bi hukum textê xwe ava kiriye. - 8
 - Bi edalet dinyayê ew digerîne,
Bi rastî hukmê xwe li ser miletan datîne. - 9
 - Ji bo bindestan Xudan stargeh e,
Di rojên teng de keleh e. - 10
 - Yên bi te dizanin ji te ewle ne,
Çimkî yên ku berê xwe dan te, te neterikand ya Xudan. - 11
 - Bi lavijan pesnê Xudanê li Siyonê rûniştî bidin!
Bila bi we kirinên wî li nav miletan eşkere bibin. - 12
 - Çimkî, yê bi pey xwîna rêtî dikeve wê bibîr tîne,
Feryada bindestan ji bîr dernayne. - 13
 - Li min were rehmê ya Xudan,
Yê ku min radike ji derê mirinan.
Bibîne, ez çi ji destê yên ku ji min nefret dikin dikişînim! - 14
 - Wusa ku, hemû pesnên te bêjim,
Li deriyên bajarê keça Siyonê,
Bi xelaskirina te dilgeş im. - 15
 - Milet ketin çala ku kolan,
Lingên wan ket tora ku veşartin. - 16
 - Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn,
Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon. - 17
 - Xerab wê herin diyarê miriyan,
Miletên Xwedê jibîr kirine her eynî riyan. - 18
 - Çimkî wê feqîr herdem neyê jibîrkirin,
Hêviya bindestan her û her neyê xîşkirin. - 19
 - Rabe ya Xudan, bila zorbir nebe însan,
Li pêş te be, hukumkirina miletan! - 20
 - Tu wan bibizdîne, ya Xudan!
Bila bizanibin ku ew, ne tu tişt in, tenê însan. 

