Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra lawên Korah, lavij.
- 1
- Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e.
- 2
- Xudan ji deriyên Siyonê,
 Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike.
- 3
- Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
- 4
- "Di nav yên ku min dinasin de,
 Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim,
 Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş.
 Ev mirov li wê derê çêbûne."
- 5
- Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin:
 "Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn.
 Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike."
- 6
- Çaxê ku Xudan miletan binivîse,
 Wê bêje, "Ev li Siyonê çêbûne."
- 7
- Stranbêj û govendger,
 Wê bêjin, "Hemû çavkaniyên min ji te ne!"

