Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah. 
1
Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî,
Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî.
2
Te gunehê gelê xwe bexişand,
Hemû sûcên wan nuxumand.
3
Te, hemû xezeba xwe da alî,
Dev ji kela hêrsa xwe berda.
4
Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne,
Hêrsa xwe ya li hember me daxîne!
5
Ma tê her û her hêrs bibî li me?
Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me?
6
Da ku gelê te bi te şa be,
Tê me cardin nevejînî?
7
Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me,
Rizgarkirina xwe bide me!
8
Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim;
Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje,
Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê.
9
Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin,
Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin.
10
Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev,
Aştî û rastdarî, ramûsin hev.
11
Wê rastî li erdê şîn bibe,
Rastdarî ji jor ve binêre.
12
Wê Xudan ya qenc bide,
Û axa me berê xwe bide.
13
Wê rastdarî li pêş wî bimeşe,
Û ji gavên wî re rê çêke.