Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra lawên Korah. 
1
Ey Xwedayê ordiyan,
Çiqas xweş e ciyê te.
2
Canê min bêriya hewşên Xudan dike,
Jê re dixeriqe,
Dilê min û bedena min,
Xwedayê jîndar bi şahî bibîr tîne.
3
Di gorîgehên te de,
Heta beytikê ji xwe re malek, hechecikê jî,
Ji bo danîna ferxikên xwe, ji xwe re hêlînek dît.
Ey Xudanê ordiyan, padîşah û Xwedayê min!
4
Xwezî bi wan ku li mala te rûdinên,
Ew hergav spasdarên te ne.
5
Xwezî bi wî ku hêza xwe ji te distîne!
Riya heca Siyonê di dilê wî de ye.
6
Gava ew di Geliyê Bekayê re derbas dibin,
Ew wê derê dikin serê kaniyê,
Bila bi barana pêşî re, ew der bibîne adaniyê.
7
Çiqas here wê hêzdar bibin,
Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin.
8
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan goh bide dua min,
Goh bide ey Xwedayê Aqûb.
9
Ey Xwedayê ku mertalê me ye, binêre,
Ruyê meshkiriye* xwe bibîne!
10
Rojeke li hewşên te,
Ji hezar rojan çêtir e;
Di şûna ku ezê li konê xerabiyê rûnêm,
Li mala Xwedê, li ser sekokê rûniştin, çêtir e ji bo min.
11
Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e.
Kerem û berziyê dide;
Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne.
12
Ey Xudanê ordiyan,
Yê ku bi te ewle ye, çiqas dilgeş e!