Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavij, Zebûra Asaf. 
1
Ey Xwedê, hiş nebe,
Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê!
2
Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin,
Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin.
3
Li hember gelê te civînên hîlekar datînin,
Li hember yên ku tu diparêzî, şêwr dikin.
4
Dibêjin, "Werin em wan tune bikin, bila nebin milet,
Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!"
5
Hemûyan dilê xwe kirin yek, li hev şîret kirin,
Li hember te peyman çêkirin:
6
Konên Edomê û Simaîliyan,
Moab û Haceriyan,
7
Gebal, Ammon û Amalek,
Gelê Sûr û Filîstî,
8
Aşûr jî bi wan re bû yek,
Hêz dan lawên Lûtiyan.
9
Ya ku te bi Mîdyanê kir, bi wan jî bike,
Çawa ku te bi Sîsera û li newala Kîşonê bi Yabîn kir.
10
Ew li Endorê helaq bûn,
Ji bo axê bûn hok.
11
Esîlzadên wan, wek Oreb û Zeeb bike,
Ya ku te anî serê Zehab û Salmûna, bîne serê begên wan.
12
Wan got, "Werin em mêrgên Xwedê,
Ji xwe re bikin milk."
13
Ey Xwedayê min, tu wan wek babelîska tozê,
Wek kaya ber bayê bike!
14
Wek pêta ku daristanê dişewitîne,
Wek alava ku çiyan digire,
15
Bi bagera xwe bi pey wan bikeve,
Bi babelîska xwe wan têxe sawê!
16
Ruyê wan bi şermê binixême,
Da ku li navê te bigerin ya Xudan.
17
Bila her û her şerm bikin û şaş bimînin,
Bila tune bibin û rûswa bimînin.
18
Da ku hîn bibin navê te Xudan e,
Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.