Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Asaf. 
1
Li civata Xwedê, Xwedê radiweste,
Di nav îlahan de dadbariyê dike.
2
"Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar,
Ji bo xeraban bibî meyildar?
3
Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin,
Mafê bindest û feqîran biparêzin.
4
Yê lewaz û belengaz xelas kin,
Wan ji destê xeraban azad kin."
5
Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin,
Û di tarîyê de digerin,
Hemû bingehên erdê dihejin.
6
"Min got, 'Hûn îlah in,
Û hemû kûrên Yê Berz in!'
7
Dîsa hûnê wek mirovan bimirin,
Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!"
8
Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike!
Çimkî hemû milet yên te ne.