Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid a li ser Gîtîtê. 
1
Ey Serwerê me Xudan,
Çiqas mezin e navê te li erd û ezman!
Berziya te dagirtiye ezman.
2
Te bi devê yên berşîr û zarokan,
Li pêş dijminên xwe çeper çêkirî,
Dengê neyar û yê ku heyfê distîne birî.
3
Gava ku ez dinêrim li ezman,
Karê destê te, heyv û stêran,
4
Hingê dipirsim ez ji xwe:
"Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî,
Kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?"
5
Te ew piçekê ji xwe kêmtir afirand,
Bi taca berzî û rûmetê xemiland.
6
Te ew li ser karên destê xwe kir serwer,
Her tişt kir bin lingê wî seranser:
7
Pez û dewarên xwe,
Heywanên xwe yên çolê da ser.
8
Teyrên ezman û masiyên behran,
Hemû giyandarên keviyên deryayan.
9
Ey Serwerê me Xudan,
Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman!