Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Asaf. 
1
Ey Xwedê, millet ketin mîrasa te,
Qirêjî kirin perestgeha te ya pîroz,
Orşelîmê kirin qûça keviran.
2
Laşên evdên te, ji bo xwarinê dan teyrên asîman,
Goştê peywirên te dan cinawirên ser erdan.
3
Li dora Orşelîmê, xwîna wan wek avê rêtin,
Tu kes nebû ku veşêre laşê wan.
4
Li pêş cîranên xwe em rûreş bûn,
Em bûn pêkenî û şahiya yên der û dora xwe.
5
Heta kîngê ya Xudan?
Ma wê her û her bajo xezeba te?
Ma wê dexesiya te, wek agîr bişewite?
6
Tu xezeba xwe, bi ser miletên ku bi te nizanin,
Bi ser welatên ku bang nakin navê te de birijîne.
7
Çimkî wan serê Aqûb xwar,
Û welatê wî kirin çol.
8
Tu gunehê bav û kalên me, bibîr neyne li hember me,
Tu dilovaniya xwe zû nîşan de ji bo me,
Çimkî em gellek nizim bûn.
9
Ey Xwedayê rizgariya me, ji bo berziya navê xwe were alîkariya me,
Me rizgar ke, ji bo xatirê navê xwe, me ji gunehên me pak ke!
10
Ma çima wê millet bêjin, "Ka Xwedayê wan li ku ye?"
Bila di nav miletan de bê zanîn, ku ewê heyfa xwîna wan bê hilanîn,
Û em vê bi çavê xwe bibînin!
11
Bila nalîna girtiyan bigîhije tebeqa te,
Tu bi mezinahiya hêza xwe, biparêze zaryên mirinê.
12
Tu tinazkirina cîranên me yên ku bi te tinaz kirin,
Heft qat li wan vegerîne ya Reb!
13
Û em gelê te, miyên mêrga te,
Em her û her spas dikin ji bo te,
Ji nifşan heta nifşan em digihînin pesindana te.