Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Maskîla Asaf.
- 1
- Ey gelê min, goh bide şîreta min,
 Xwar bike gohê xwe li ber peyvên min.
- 2
- Ezê bi meselan devê xwe vekim,
 Sirrên demên berê bi ta ve vekim,
- 3
- Me ew bihîst û pê deranî,
 Û bav û kalên me ji me re gotin.
- 4
- Emê wan ji kurên te veneşêrin;
 Emê pesnê Xudan,
 Hêza wî û karên wî yên nedîtî,
 Ji nîfşên bê re bêjin.
- 5
- Xudan, rêznameyek ji bo Aqûb deranî,
 Û li Îsraêlê şerîetek danî.
 Wî li bav û kalên me emir kir,
 Da ku wan fêrî zarokên xwe bikin.
- 6
- Ji bo ku, nifşên bê, zarokên nûbûyî bizanin,
 Wan ji zarokên xwe re bêjin,
- 7
- Bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin,
 Karên Xwedê ji bîr nekin,
 Rêzikên wî bînin cîh;
- 8
- Bila wek bav û kalên xwe serhişk û serhildar nebin,
 Ew nifş ku, bi ruhê xwe û bi dilê xwe,
 Ji Xwedê re dilsoz nebû.
- 9
- Zaryên Efraîm ên bi tîr û çekdar,
 Di roja şer de şûn ve vegerîn.
- 10
- Wan peymana Xwedê negirt,
 Û nexwestin li gor şerîeta wî rê ve herin.
- 11
- Wan karên wî jibîrkirin,
 Karên nedîtî yên ku wî nîşanî wan da.
- 12
- Li diyarê Misirê, li deşta Soanê,
 Wî li pêş bav û kalên wan, karên nedîtî kir.
- 13
- Wî derya qelaşt û ew derbas kirin,
 Wî avan, wek dîwarekî rawestan.
- 14
- Bi roj wî bi ewran,
 Bi şev, bi ronahiya agir rê nîşanî wan da.
- 15
- Li çolê wî zinar qelaştin,
 Wek ku ji kûrahiyan tê,
 Wî têra wan av bi wan da vexwarin.
- 16
- Wî ji zinaran av deranî,
 Wek çeman av herikand.
- 17
- Belê wan li çolê, cardin li hember wî guneh kirin,
 Li hember Yê Berz îsyan kirin.
- 18
- Xwarina ku dilê wan diçûyê xwestin,
 Di dilê xwe de Xwedê ceribandin.
- 19
- Li hember Xwedê peyivîn û gotin,
 "Ma Xwedê dikare li çolê sifrê deyne.
- 20
- Binêre, li zinar xist avê avêt,
 Lehî rabûn.
 Ma dikare nan jî bide?
 Ma dikare goşt jî bide gelê xwe?"
- 21
- Xudan ev bihîst û gellek hêrs bû,
 Li hember Aqûb bû agir,
 Û li Îsraêlê hêrs bû;
- 22
- Çimkî wan ji Xwedê bawer nekir,
 Û bi rizgarkirina wî ewle nebûn.
- 23
- Xwedê emir kir li asîmanê jor,
 Û deriyên asîman vebûn;
- 24
- Ji bo xwarinê, wî Mann bi ser wan de barand,
 Genimê asîman da wan.
- 25
- Heryekî ji wan, xwar nanê hêzdaran,
 Heta ku ew têr bibin ji wan re xwarin şand.
- 26
- Wî li asîman bayê rojhilat rakir,
 Bi hêza xwe, rê da bayê başûr.
- 27
- Wî goşt wek tozê,
 Çûkên bi bazk wek qûma deryayê bi ser wan de barand;
- 28
- Wan ew kir nav konên xwe,
 Danîn dora ciyên lê diman.
- 29
- Bi vî awayî xwarin pirr têr xwarin,
 Xwedê bi cih anî ya ku xwestin.
- 30
- Hê îştaha wan li cih,
 Xwarina wan di devê wan de bû,
- 31
- Hêrsa Xwedê li hember wan rabû.
 Yên herî hêzdar kuşt,
 Mêrxasên Îsraêlê li erdê hêşt.
- 32
- Li gel vê dîsa jî guneh kirin,
 Ji karên Xwedê yên ecêb bawer nekirin.
- 33
- Loma Xwedê rojên wan bi valahiyê,
 Salên wan bi sawê qedand.
- 34
- Gava wî ew dikuştin, ew li wî digeriyan,
 Ew poşman dibûn û bi dilxwazî bi pey Xwedê diketin.
- 35
- Bibîr dianîn ku Xwedê zinarê wan bû,
 Xwedayê berz rizgarkarê wan bû.
- 36
- Bi devê xwe, xwe bi wî xweş dikirin,
 Bi zimanê xwe jê re derew dikirin.
- 37
- Çimkî dilê wan bi wî re ne rast bû,
 Bi peymana wî ve ne girêdayî bûn.
- 38
- Belê Xwedê dilovan bû,
 Li fesadiya wan diborî, ew nedişandin helaqê;
 Gellek caran wî digirt hêrsa xwe,
 Wî nîşan nedida tevahiya xezeba xwe.
- 39
- Bibîr dîanî ku ew mirov in,
 Wek bayê derbas dibin û nazivirin.
- 40
- Gellek caran li çolê serî li ber wî hildidan,
 Li dera tenha ew hêrs dikirin!
- 41
- Gellek caran wan Xwedê diceriband,
 Pîrozê Îsraêlê diêşand.
- 42
- Wan bibîr nedianî destê wî,
 Û roja ku ew ji dijmin xelas dikirin,
- 43
- Çawa li Misirê elamet nîşanî wan dida,
 Li deşta Tsoanê karên nedîtî dikir.
- 44
- Wî çem û newalên Misirê,
 Ji bo ku venexwin, vegerand xwînê.
- 45
- Mêşên ku wî şand nav wan, xwarin canê wan,
 Wî şand beqan, beqan welat qedand.
- 46
- Wî zadê wan da cûbiran,
 Keda wan da kuliyan.
- 47
- Wî rezê wan bi teyrokê,
 Darên hêjîran, bi qeşayê kuşt.
- 48
- Wî pezê wan spart zîpikê,
 Keriyên wan da ber brûskên xerakir.
- 49
- Wî hêrsa xwe ya sorbûyî,
 Xezeb, xişim û belayê,
 Partek milyaketên xerabiyê şand.
- 50
- Wî rê li ber hêrsa xwe vekir,
 Canê wan, ji mirinê nedirixand,
 Jiyana wan da destê webayê.
- 51
- Li Misirê hemû nuxiriyan,
 Li konê Ham, li zarokên pêşî xist.
- 52
- Wî gelê xwe wek mêşinan bir,
 Wî li çolê ew wek keriyekî ajotin.
- 53
- Wî ew bi ewlehî rêve birin, netirsiyan;
 Deryayê dabiland dijminê wan.
- 54
- Wî ew anîn sînorê axa xwe ya pîroz,
 Anî çiyayê ku destê wî yê rastê qezenc kiribû.
- 55
- Wî milletan, qewirand ji pêş wan,
 Wî axa wan par kir,
 Li konên wan,
 Eşîrên Îsraêlê cîwar kir.
- 56
- Herçî ew in, wan Xwedayê berz diceriband,
 Serî hildidan,
 Şehadeta wî nedigirtin.
- 57
- Wek bav û kalên xwe şûn ve vedigerîn, bêbextî dikirin,
 Wek kevanek xapînok xwar diçûn.
- 58
- Bi pûtên xwe yên qewirandî ew didexisandin,
 Bi cihên wan ên bilind, ew hêrs dikirin,
- 59
- Xwedê ev bihîst û hat xezebê,
 Îsraêlê bi tevahî red kir.
- 60
- Konê ku li nav mirovan danîbû,
 Warê Şîlo terikand.
- 61
- Wî hêza xwe şand surgûnê,
 Bedewiya xwe da destê dijmin.
- 62
- Gelê xwe di şûr re derbas kir,
 Li mîrasa xwe hat xezebê.
- 63
- Agir xortên wan xwar,
 Strana dîlanê ji keçên wan re nehat gotin.
- 64
- Kahînên wan bi şûr ketin,
 Jinebiyên wan nikaribûn bigirîn.
- 65
- Hingê Reb wek ku ji xewê hişyar bibe,
 Wek zilamê ku ji ber şerabê diqîre, hişyar bû.
- 66
- Li dijminên xwe xist û belav kir,
 Wî rûreşiyeke herheyî da wan.
- 67
- Û Xwedê dûndana Ûsîv red kir,
 Efrayîm eşîra xwe nebijart;
- 68
- Tenê Cihûda eşîra xwe,
 Çiyayê Sîyonê yê ku jê hez dike bijart.
- 69
- Perestgeha xwe wek bilindahiyan,
 Wek dinya ku herheyî ava kiribû, çêkir.
- 70
- Û wî evdê xwe Dawid bijart,
 Wî ew ji hewşa miyan,
- 71
- Ji wê dera ku wî li mêşinan dinihart, hilda.
 Da ku ew bibe şivanê gelê wî Aqûb,
 Şivanê mîrasa wî Îsraêlê.
- 72
- Hingê Dawid bi durustî ji wan re bû şivan,
 Bi hunerê destê xwe rê nîşan da li ber wan.

