Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, bi meqamê Yedûtûn, Zebûra Asaf.
 - 1
 - Dengê min li Xwedê ye, ez dikim feryad,
Dengê min li Xwedê ye, da ku goh bide min. - 2
 - Di roja teng de ez li Reb digerim,
Ez bi şev destê xwe vedikim,
Canê min teseliyê naxwaze. - 3
 - Ez Xwedê bibîr tînim û dinalim,
Ez difikirim û ruhê min dixeriqe. - 4
 - Tu bi qelpaxên çavê min digirî,
Dilê min teng dibe, ez nikarim bêjim. - 5
 - Rojên çûyî,
Ez salên dewrên çûyî fikirîm. - 6
 - Bi şev, ez bi dil stranên xwe bibîr tînim,
Ez, ji xwe bi xwe re dibêjim,
Ruhê min ji dûrî û kûrî ve dipirse: - 7
 - "Gelo wê Reb me her û her berde?
Ma wê cardin qenciyê bi min neke? - 8
 - Ma kerema wî her û her qediya?
Ma sozên ku wî dabûn her û her betal bûn? - 9
 - Gelo Xwedê, ji bîr kir berketinê?
Ciyê dilovaniyê, stand hêrsê?" - 10
 - Min got, "Ya ku min dêşîne ev e!
Destê Yê Berz ê rastê, ne wek berê ye." - 11
 - Ez li karên Xudan digerim,
Herîqayên wî yên kevin bibîr tînim. - 12
 - Ez kûr li ser her karên te difikirim,
Li ser kirinên te ji xwe derim. - 13
 - Ey Xwedê, riya te di pîroziyê de ye!
Kîjan îlah wek Xwedê gewre ye? - 14
 - Xwedayê ku herîqeyan dike tu yî,
Li nav gelan, te hêza xwe da nîşandan. - 15
 - Te bi zendê xwe gelê xwe,
Kurên Aqûb û Ûsîv rizgar kir. - 16
 - Avan tu dîtî, ey Xwedê!
Avan tu dîtî û tirsiyan,
Kûrahî lerziyan. - 17
 - Ewran ava xwe vala kir,
Asûman deng da,
Tîrên te firiyan. - 18
 - Di babelîskê de gurmîna te hat bihîstin,
Brûskê dinyayê ronahî kir,
Erd lerizî û hejiya. - 19
 - Riya te di deryayê de,
Riyên te di avên mezin de bûn,
Belê ne kifş bûn rêçên te. - 20
 - Te bi destê Mûsa û Harûn
Gelê xwe wek keriyekî ajot. 

