Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 71
- 1
- Ya Xudan, ez xwe dispêrim te,
 Tu min nede şermê her û her!
- 2
- Bi rastdariya xwe tu min azad ke,
 Goh bide min, min rizgar ke!
- 3
- Tu bibe zinarê min ê starê,
 Da ku ez hergav bêm te;
 Te emir da ji bo rizgarkirina min,
 Çimkî tu yî zinar û kela min.
- 4
- Ey Xwedayê min, tu min xelas ke,
 Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar!
- 5
- Çimkî hêviya min tu yî, ya Reb Xudan,
 Ji xortaniya xwe ve, yê ez pê ewle me tu yî.
- 6
- Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek,
 Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê.
 Sipasiya min hergav ji te re ye.
- 7
- Ji bo gellekan ez wek tiştek ecêb im,
 Belê tu stargeha min a hêzdar î.
- 8
- Pesnê te hergav li ser zimanê min,
 Tevahiya rojê berziya te di bîra min.
- 9
- Di pîrbûnê de tu min ji xwe navêje,
 Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede!
- 10
- Çimkî dijminên min qala min dikin,
 Yên ku dixwazin min bikujin, bi hev dişêwirin,
- 11
- Ji hev re dibêjin, "Xwedê ew berda!
 Bi pey bikevin, wî bigirin,
 Çimkî kes wî xelas nake!"
- 12
- Ey Xwedê, dûr nemîne ji min,
 Ey Xwedayê min, tu bi lez were alîkariya min!
- 13
- Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin,
 Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin.
- 14
- Belê ez hergav hêvîdar im,
 Ji bo te pesindar û spasdar im.
- 15
- Dadperwerî û rizgarkirina te,
 Tevahiya rojê li ser devê min e
 Îcar hejmara wan ne karê zanîna min e.
- 16
- Ezê bi karên mezin ên Reb Xudan werim,
 Ezê rastdariya te, tenê ya te bîr bînim.
- 17
- Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim,
 Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim.
- 18
- Ez pîr û porsipî bibim jî,
 Heta ku ez hêza te ji her nifşî re,
 Karîna te ji hemû yên bên re nebêjim,
 Tu min bernede, ey Xwedê.
- 19
- Ey Xwedê, rastdariya te digîhije ezman,
 Tu ku, te karên mezin kir,
 Ma kî dimîne te, ey Xwedê?
- 20
- Tu ku, te gellek tengahiyên xerab nîşanî me da,
 Tu dîsa me vedijînî,
 Tu dîsa me ji kûrahiya axê dertînî.
- 21
- Tê siyaneta min zêde bikî,
 Li min vegerî û min teselî bikî.
- 22
- Ezê ji bo dilsoziya te,
 Bi çengê pesnê te bidim, ey Xwedayê min,
 Bi Lîrê, bi lavijan pesnê te bidim,
 Ey Pîrozê Îsraêlê!
- 23
- Gava ez bi lavijan pesnê te bidim,
 Wê canê min û lêvên min şahiya xwe bînin ziman,
 Çimkî te xelas kir wan.
- 24
- Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje,
 Çimkî yên ku li xesara min digeriyan,
 Şermî bûn û rûyê wan reş bû.

