Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, ji bo bibîranînê, Zebûra Dawid e. 
1
Ey Xwedê, zû min azad ke!
Ey Xudan, bi lez were alîkariya min!
2
Bila şerm bikin û rûyê wan sor bibe,
Yên ku digerin li kuştina min!
Bila riswa bibin,
Yên ku şa dibin bi xerabiya min!
3
Yên ku ji min re dibêjin "Ox, Ox"
Bila ji şerma xwe şûn ve vegerin!
4
Hemû yên ku li te digerin,
Bila bi te hênik û şa bibin!
Yên ku ji rizgarkirina te hez dikin,
Bila hergav bêjin "Xwedê mezin e!"
5
Belê ez bindest û belengaz im,
Ey Xwedê, tu bazde alîkariya min!
Tu yî alîkar û rizgarkarê min,
Dereng nemîne, ya Xudan!