Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid, lavij.
- 1
- Bila Xwedê rabe, dijminê wî belav bibin,
 Yên ku jê nefret dikin, ji ber wî birevin!
- 2
- Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî;
 Wek şimaya ku li ber agir dihele,
 Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin!
- 3
- Bila yên rast şa bibin,
 Li pêş Xwedê bikin şahî,
 Bi şabûnê bihna xwe vedin.
- 4
- Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin,
 Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin;
 Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn!
- 5
- Xwedê, li warê xwe yê pîroz,
 Bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan e.
- 6
- Xwedê, mala bêkesan ava dike,
 Dîlan dertine firehiyê,
 Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên.
- 7
- Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe,
 Çaxê tu li çolê rêve çûyî,
- 8
- Erd hejiya,
 Asîman li pêş Xwedê dilop kir,
 Li pêş Xwedê, li pêş Xwedayê Îsraêlê,
 Sîna jî lerizî.
- 9
- Te baranên baş barandin, ey Xwedê,
 Gava ku westiya, te hêz da axa xwe.
- 10
- Gelê te li wê derê rûnişt,
 Te qenciya xwe, ji dilşikestiyan re amade kir, ey Xwedê.
- 11
- Reb ku da ferman,
 Ordiyeke jinan mizgînî da:
- 12
- "Direvin, direvin padîşahên ordiyan!
 Jinên malê, parî dikin malê talanê.
- 13
- Heta ji bo yên we yên li gomê vezeliyayî,
 Kevokeke bazkzîvîn,
 Û purtên wê bi zêrê zer rapêçandî heye."
- 14
- Gava ku Karîndar, padîşah belav kirin,
 Tê bêjî, li Çiyayê Salmonê berf dibariya.
- 15
- Çiyayê Basan çiyayê berz e!
 Çiyayê Basan bilind û bi gopît e!
- 16
- Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin,
 Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye?
 Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê.
- 17
- Erebên Xwedê yên şer bîst hezar, hezar caran hezar in,
 Reb di nav wan de ye, wek Sînayê di nav pîroziyê de ye.
- 18
- Tu hilkişiyayî jor, te yên dîl, dîl kirin,
 Ya Xudan Xwedê, ji bo ku tu li wê derê rûnêyî,
 Te ji mirovan û heta ji serhildêran jî diyarî sitandin.
- 19
- Rebê ku her roj barê me dikişîne,
 Xwedayê ku rizgariya me ye, pîroz be.
- 20
- Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye,
 Tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike.
- 21
- Belê Xwedê serê dijminên xwe, serê wan ê bi pirç,
 Serê yên ku di nav gunehan de digerin dipelçiqîne.
- 22
- Reb got, "Ezê wan ji Basanê şûn ve bînim,
 Ezê wan ji kûrahiya deryayan şûn ve bizivirînim,
- 23
- Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî,
 Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin."
- 24
- Ey Xwedê, wan meşa te ya karwanî dît,
 Wan dît ku Xwedayê min, padîşahê min ket dera pîroz.
- 25
- Di nav keçên ku li tefê dixin de,
 Li pêş yên ku dixwînin, li paş yên ku li saz dixin meşiyan.
- 26
- "Ey hûn, yên ku ji kaniya Îsraêl in,
 Di civînên xwe de pesnê Xwedê, pesnê Xudan bidin!"
- 27
- Padîşahê wan Benyamînê biçûk,
 Bi zilamên xwe re serokên Cihûdayê,
 Serokên Zebûlûn, serokên Naftalî li wir in!
- 28
- Xwedayê te, hêza te emir kir,
 Ya ku te ji bo me kirî, asêtir bike, ey Xwedê!
- 29
- Ji bo xatirê perestgeha te ya li Orşelîmê.
 Wê diyariyan ji te re bînin padîşah.
- 30
- Heywanê kûvî yê ku di nav çilqan de dijî,
 Kulinçeyên zîv di bin lingan de dipelçiqîne.
 Tu erzê garana ga û golikên miletan bişikîne,
 Miletên şerhez ji hev biqetîne!
- 31
- Wê ji Misirê diyarî werin,
 Hebeş, wê zû destê xwe ji Xwedê re vekin.
- 32
- Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin,
 Bi lavijan pesnê Reb bidin,
- 33
- Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin.
 Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe!
- 34
- Hêza Xwedê binasin;
 Berziya wî li ser Îsraêlê ye,
 Hêza wî li ezmanan.
- 35
- Tu çi bi heybet î, ey Xwedê, li perestgeha xwe!
 Xwedayê Îsrailê, ku hêz û pêkarî dide gelê xwe,
 Pîroz be!

