Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûr, lavij. 
1
Xwedê li me were rehmê û me pîroz ke,
Ji bo me bibiriqîne rûyê xwe.
2
Da ku li ser rûyê erdê riya te,
Di nav hemû miletan de rizgariya te bê zanîn.
3
Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Hemû gel ji te re spas bikin!
4
Bila milet şa bin û bi şahî biqîrin,
Çimki tu bi rastiyê miletan dadbar dikî,
Tu rêberiya miletên li ser rûyê erdê dikî.
5
Bila gel ji te re spas bikin ey Xwedê,
Bila hemû gel ji te re spas bikin!
6
Rûyê erdê berê xwe da,
Xwedê, Xwedayê me, wê me pîroz bike.
7
Wê Xwedê me pîroz bike,
Çaraliyên dinê wê ji wî bitirse!