Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
zilam şandin. 
1
Min xelas ke ji dijminên min, ey Xwedê,
Li hember dijminan bibe keleha min.
2
Min azad bike ji sûcdaran,
Min xelas ke ji xwîndaran.
3
Îcar niha, dixwazin jiyana min bistînin,
Yên hêzdar li hember min dicivin,
Belê, ne min serî hilda û ne jî min guneh kir, ya Xudan.
4
Bi ser ku ez bêrî me,
Xwe amade dikin, ji bo êrîşkirina min.
Rabe, hişyar be, were alîkariya min!
5
Û tu ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Xwedayê Îsraêlê,
Hişyar be, hemû mîletan bitoqlîne,
Ber tu kesê xayîn û xerab nekeve!
6
Êvarê vedigerin, wek kûçikan dikin xirrîn,
Û li bajêr digerin.
7
Ji devê wan xerabî dibare,
Şûr dertên ji lêvên wan.
"Ma wê kî bibihîze?" dibêjîn.
8
Belê tu, bi wan dikenî ya Xudan,
Şa dibî bi hemû netewan.
9
Hêza min tu yî, ezê li te binêrim,
Çimkî Xwedê birca min a bilind e.
10
Xwedayê mîn, bi kerema xwe tê pêşiya min,
Ew nîşanî min dide hilweşîna dijminê min.
11
Wan nekuje, da ku gelê min jibîr neke,
Bi hêza xwe wan belav ke û bixîne,
Ya Reb, tu yî mertalê me.
12
Bila ji ber gunehê devê xwe, gotinên lêvên xwe,
Ji ber derew û lanet xwendina xwe,
Di quretiya xwe de bifetisin.
13
Biqedîne, bi xezebê biqedîne, bila nemînin;
Bila bizanibin ku heta dawiya kujê erdê,
Serweriya Xwedê bi Aqûb re ye.
14
Bila êvarê vegerin, wek seyan biewtin,
Û li bajêr bigerin.
15
Ji bo xwarinê wê eware bigerin,
Têr nebin, wê şeveder bimînin.
16
Herçî ez im, ezê ji hêza te re lavijan bêjim,
Serê siban, kerema te bînim ziman.
Çimkî tu yî birca min a bilind,
Di roja teng de bûyî stara min.
17
Ey hêza min, ezê ji te re lavîjan bêjim,
Çimkî Xwedê bîrca min a bilind e, kerema min e.