Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Maskîla Dawid e. 
1
Bêaqil, di dilê xwe de got,"Xwedê tune!"
Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn,
Kesî ku qenciyê bike tune.
2
Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî,
Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye.
3
Hemû averê bûn,
Bi hev re murdar bûn,
Kesî ku qenciyê dike tune.
Tenê kesek!
4
Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin?
Ku ew gelê min wek nan dixwin,
Û ew bangî Xwedê nakin.
5
Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin,
Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne,
Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin.
6
Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata!
Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne,
Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne.