Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
"Dawid hatiye mala Avîmelek." 
1
Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar?
Kerema Xwedê her û her e.
2
Ji zimanê te fesadî tê der
Wek dûzana tûj hîlekar e.
3
Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê,
Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.
4
Tu, ey zimanê hîlekar!
Tu hez dikî ji her gotina xerakar.
5
Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne,
Wê bi te bigire û te ji konê te derîne,
Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.
6
Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin,
Pê bikenin û weha bêjin:
7
"Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê,
Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû,
Û xwe spart dewlemendiyê!"
8
Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im,
Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.
9
Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir,
Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im,
Çimkî ew qenc e.