Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra lawên Korah e. 
1
Ey hemû gelno, gohdar bin!
Yên li dinê rûniştî, hûn hemû.
2
Zarokên xelqê, zarokên began,
Dewlemend û xizan, bi hev re goh bidin!
3
Wê şehrezayî bibare ji devê min,
Têgihîştiniyê bêje, fikra dilê min.
4
Ezê goh bidim meselan,
Bi lîrê şîrove kim sirran.
5
Bo çi ezê bitirsim ji fesada yên ku dane pey min,
Di roja xerab de ew bipêçin hawirdora min?
6
Yên ku ewle ne bi dewlemendiya xwe,
Yên ku pesindar in bi pirbûna serweta xwe.
7
Kes nikare bedelê jiyana birayê xwe bide,
Li ba Xwedê fîdye çênabe.
8
Ji ber ku biha ye fîdya can,
Kes wê nade ber çavan.
9
Eger ne weha be,
Wê her û her bijî însan.
Nebîne rûyê goran.
10
Bêguman, herkes dizane ku şehreza dimirin,
Ahmeq û sexik tune dibin.
Û malên xwe ji kesên din re dihêlin.
11
Fikra dilê wan ev e:
Wê mala wan her û her, stara wan ji nifşan heta nifşan bimîne,
Axa wan bi navê wan bê bangkirin.
12
Bi hemû rûmeta xwe, her û her namîne însan,
Ew jî bi mirin e, wekî heywan.
13
Ev e dawiya ahmeqan,
Û yên ku bawerî tînin bi gotinên wan.
14
Ewê wek keriyê miyan, bên ajotin diyarê miriyan,
Wê mirin bibe şivanê wan.
Bi avêtina rojê re, wê rastî li ser wan bibe serwer,
Wê birize cesedê wan,
Êdî diyarê miriyan bibe mala wan.
15
Belê wê Xwedê,
Canê min xelas ke ji diyarê miriyan,
Û min qebûl bike.
16
Eger yek dewlemend bû,
Rewnaka mala wî zêde bû, netirse.
17
Çimkî di mirina xwe de, nikare tiştekî bi xwe re bibe,
Hebûna wî, bi wî re naşeqite gorê.
18
Li jînê xwe dilgeş bihesibîne,
Di serkeftinê de bê pesindan jî,
19
Wê beşdarî nifşê bav û kalan bibe,
Ew ku, wê qet ronahiyê nebînin.
20
Bi hemû rewnaqiya xwe ji têgihîştinê dûr e însan,
Helaq dibe û diçe, wek heywan.