Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
lavija kurên Korah, bi meqamê Alamot. 
1
Xwedê stargeh û hêza me ye,
Di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye.
2
Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe,
Çiya biqelibin himêza deryayan,
3
Av bilind bibin, li hev biqelibin,
Bi nepixîna wan derya bilerizin, em natirsin.
4
Çemek heye ku ava wê, şahiyê tîne bajarê Xwedê,
Şa dike mala pîroz a Berzê Berzan.
5
Xwedê di nav wî de,
Nalerize ew bajar.
Berdestî sibê, Xwedê tê alîkariya wê.
6
Milet digurmijin, welat hejiyan,
Wî deng da, dinya heliya.
7
Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye.
8
Werin û bibînin karên Xudan,
Xerakirina ku wî anî ser erdan.
9
Şeran dide rawestin li çar aliyên dinê,
Kevan dişikêne, perçe dike riman.
Dişewitîne erebên cengê, bi agiran.
10
"Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê,
Ezê bilind bibim li nav netewan,
Bilind bibim li rûyê erdê!"
11
Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye.