Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Maskîla kurên Korah e, lavija evînî. 
1
Ji dilê min gotinên xweş difûrin,
Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan,
Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta.
2
Tu herî xweşikê mirovan î,
Kerem belav bûye li ser lêvên te seranser.
Ji bo vê Xwedê te, pîroz kiriye her û her.
3
Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe,
Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe.
4
Di riya rastî û dadperweriyê de,
Bi berziya xwe li serketinê siwar be,
Bila destê te yê rastê, karên tirsdar hîn bikin.
5
Tîrên te tûj in,
Ew di dilê dijminên padîşah de ne,
Milet di bin lingê te de ne.
6
Textê ji Xwedê ye, hergav û her û her e,
Gopalê padîşahiya te gopalê rastiyê ye.
7
Tu hez dikî ji rastiyê, nefret dikî ji xerabiyê.
Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
Te bi donê şahiyê,
Ji hevalên te bêtir don kir.
8
Bîhna mûr, ud û darçinê ji kincên te tê;
Li qesrên ji diranên fîl, tembûr te şa dikin!
9
Keçên padîşahan di nav jinên te yên bi rûmet de,
Şahbanû, di nav zêrê Ofîr de li milê te yê rastê.
10
Gohdar be ey keçê, binêre, goh bide,
Gelê xwe, mala bavê xwe jî jibîr bike.
11
Û padîşah, wê rindiya te bixwaze,
Ew e mîrê te, li pêş wî bitewe.
12
Ey keça Sûrê,
Wê dewlemendên welat diyariyan bînin, da ku kerema te bistînin.
13
Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin,
Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin.
14
Wê bi kincên nexişandî dertînin ba padîşah,
Li pey wê keç û hevalên wê yên keçîn tên.
15
Ewê wê bibin bi kêf û bi şahî,
Da ku têkevin qesra padîşahî.
16
Wê kurên te, ey padîşah, wê bistînin cihê bav û kalên te,
Tê wan bikî serok li tevahiya welat.
17
Ji nifşan heta nifşan, ezê navê te bidim bihîstin,
Di nav miletan de her û her pesnê te bê dayin.