Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
 - 1
 - Ez bi sebir li benda Xudan mam;
Bi ser min ve xwar bû, bihîst feryada min. - 2
 - Ji çala mirinê,
Ji ritama heriyê ez deranîm,
Lingê min li ser zinar da rawestan,
Gavên min şidand. - 3
 - Wî stranek nû kir devê min,
Ji bo Xwedayê me îlahiyek pesindanê da min.
Wê gellek bibînin û bitirsin,
Û bi Xudan ewle bin. - 4
 - Xwezî bi wî ku ewle ye bi Xudan,
Rû nade pozbilind û derewkaran. - 5
 - Ya Xudan, Xwedayê min,
Karên te yên zor ciwan, çiqas pirr in fikrên te ji bo mirovan;
Tu kes nîne mîna te,
Ez bidim bihîstin, bixwazim bêjim,
Nayê dawiya wan. - 6
 - Tu kêf nastînî ji qurban û pêşkişkirinê,
Belê min gohên xwe vekirin.
Tu qurbana şewatê û ya guneh jî naxwazî. - 7
 - Hingê min got: "Va ye ez têm;
Di tomara kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn. - 8
 - Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min,
Di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te." - 9
 - Min di civîna mezin de mizgîna rastiyê da,
Ezê devê xwe negirim,
Ya Xudan tu dizanî bi min! - 10
 - Min edaleta te di dilê xwe de veneşart,
Min ji dilsozî û rizgariya te got,
Min kerem û rastiya te ji cîvînên mezin veneşart. - 11
 - Ya Xudan, ji min nedirixîne dilovaniya xwe!
Bila min biparêze hergav, kerem û rastiya te! - 12
 - Bêhed belayan, girt der û dora min,
Gunehan ez girtim, nema hêza nihartina min;
Hê zêdetir in ji porê serê min,
Û ez terikandim dilê min. - 13
 - Razî be ya Xudan, bi azadkirina min!
Ya Xudan, bazde alîkariya min. - 14
 - Yên ku li kuştina min digerin,
Bila şerm bikin, rûreş dagerin,
Yên ku şa dibin bi halê min ê xerab,
Bila riswa bibin, paş ve vegerin! - 15
 - Yên ku ji bo min, "Ox! Ox!" dibêjin,
Bila ji şermbûna xwe şaş bibin! - 16
 - Yên ku li te digerin,
Bila bi te rihet û şa bin!
Yên ji rizgarkirina te hez dikin,
Bila hergav bêjin,"Xudan mezin e!" - 17
 - Ez ku bindest û hejar im,
Tu min bifikire ya Xudan!
Tu yî alîkar û xelaskarê min,
Dereng nemîne, ey Xwedayê min. 

