Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, ji bo Yedûtûn, Zebûra Dawid. 
1
Min got, "Ezê li riyên xwe miqate bim,
Bi zimanê xwe guneh nekim;
Heta li pêş min be zilamê xerab,
Ezê devê xwe girêdim, nedim cewab."
2
Min devê xwe girt û ez hiş bûm,
Ji bo qenciyê jî min bêdengî bijart.
Êşa min çîk da,
3
Dilê min di hundurê min de keliya,
Ji kûr fikirînê, agir û pêt da,
Min bi zimanê xwe got:
4
"Dawiya min ji min re bêje ya Xudan,
Rojên min ên jimartî;
Ka ez bizanibim, ji bo min çiqas kurt e jiyan!
5
Te jînek bi qasî bihuştê da min,
Tişt nîne, li pêş te jîna min.
Heta her kesê hêzdar,
Tenê hilmek e.
6
"Wek siyekê digere însan,
Beredayî dixebite,
Mal dide ser hev, nizane ku wê ji kî re bimîne.
7
"Û niha ya Reb, ez li benda çi me?
Hêviya min tu yî.
8
Tu azad ke min, ji hemû serhildanên min,
Min riswa neke li pêş ahmeqan.
9
Ez hiş bûm, min girt devê xwe;
Çimkî te ev kir.
10
Dûr bike ji min lêdana xwe,
Sîla te ez telef kirim.
11
Ji ber gunehê wan,
Tu ceza dikî mirovan,
Wek bizûzê diqedînî, ya ku ezîz e li ber dilê wan.
Ya rast, herkes tenê hilmek e.
12
"Dua min bibihîze ya Xudan,
Goh bide feryada min,
Bêdeng nemîne li hêstirên çavê min!
Çimkî ez xerîb im li ba te,
Wek bav û kalên xwe, mêvan im li ber te.
13
Tu çavên xwe ji ser min bide alî,
Da ku ez bextiyar bibim, beriya çûna wî alî!"