Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid, çaxê ku ji kurê xwe Abşalom reviya.
 - 1
 - Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min,
Gelekan serî rakir li ber min. - 2
 - Gelek kes li ser min dibêjin:
"Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne." - 3
 - Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min,
Tu yî, berzî û serbilindiya min. - 4
 - Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan,
Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan. - 5
 - Ez razam di xew re çûm,
Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek. - 6
 - Tirsa min,
Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune. - 7
 - Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke,
Li çena hemû dijminên min xe,
Diranê xeraban bişikîne. - 8
 - Xelasî bi Xudan e,
Bila bereketa te li ser gelê te be. 

