Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ey hebûnên ezmanî,
Pesnê hêz û berziya Xudan bidin,
2
Pesnê mezinahiya navê Xudan bidin.
Di rewneqiya wî ya pîroz de, li ber Xwedê herin ser çokan.
3
Dengê Xudan li ser avan e,
Xwedayê berziyê digurme,
Xudan li ser gellek avan e.
4
Dengê Xudan hêzdar e,
Dengê Xudan haşmetkar e.
5
Dengê Xudan darên sedîr dişikêne,
Sedirên Lubnanê dike par bi par.
6
Û ew Lubnanê wek golik,
Çiyayê Sîrîonê wek mozikê boxê kuvî hildavêje.
7
Dengê Xudan wek brûskê davêje,
8
Dengê Xudan çolê dihejîne,
Xudan çola Qadeşê dihejîne.
9
Dengê Xudan xezalan dide zayin,
Pelên daristanan diweşîne.
Li perestgeha wî herkes "Berzî" diqîre.
10
Xudan li ser tofanê li textê xwe rûnişt,
Ewê her û her padîşah bimîne.
11
Xudan hêz dide gelê xwe,
Gelê xwe bi aştî pîroz dike!