Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ronahî û rizgariya min e Xudan,
Ez natirsim ji tu kesan.
Hêza jiyana min e Xudan,
Bo çi ezê bitirsim ji hinan? - 2
- Xerabên ku hember û dijminên min in,
Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin,
Ew bi xwe terpilîn û ketin. - 3
- Ordiyek li hember min kon deyne,
Dilê min natirse,
Derkeve şer li hember min
Dîsa jî hunda nabe baweriya min. - 4
- Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam:
Temaşekirina bedewiya Xudan,
Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran,
Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim. - 5
- Çimkî di roja şer de ewê min veşêre li holika xwe,
Wê bi nixamtina konê xwe min veşêre,
Û min bilind bike li ser zinar. - 6
- Hingê wê li hember dijminên dora min,
Bilind bibe serê min,
Û ezê bi şahî qurbanan li konê wî pêşkiş bikim,
Bi stranan, bi îlahiyan pesnê Xudan bidim. - 7
- Bibihîze ya Xudan, ez bi dengê xwe li te dikim bang,
Ber min bikeve, min bibersivîne! - 8
- Ya Xudan, te got, "Li rûyê min bigerin"
Dilê min ji te re got,
"Ez li rûyê te digerim." - 9
- Veneşêre rûyê xwe ji min,
Bi hêrs berî xulamê xwe nede!
Tu ji min re bûyî alîkar,
Min nehêle, min bernede,
Ey Xwedayê min ê xelaskar! - 10
- Dê û bavê min dev ji min berdin jî,
Wê Xudan li min xwedî derkeve. - 11
- Ya Xudan, riya xwe hînî min bike.
Li hember dijminên min,
Di riya rast de bibe rêber ji bo min. - 12
- Min ji kêfa dijminên min re nehêle,
Çimkî şahidên derewkar û zordar,
Li ber min rabûn. - 13
- Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran,
Bibînim qenciya Xudan. - 14
- Li benda Xudan be,
Hêzdar û bizirav be;
Erê li benda Xudan be!