Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e. 
1
Ya Xudan, bi hêza te şa dibe padîşah,
Bi rizgarkirina te pirr dibe dilşa.
2
Ya ku dilê wî xwest te da wî,
Qet ne dirixand daxwaza devê wî.
3
Bi qencî û bereketê tu hatî lêlima wî,
Taca zêrîn a xas te da serê wî.
4
Ji te jiyan xwest, te da wî,
Rojên dirêj, jiyek herheyî.
5
Bi rizgarkirina te, mezin e berziya wî,
Te ew rapêça bi berzî û mezinahî.
6
Te her û her ew gellek pîroz kir,
Bi rûyê xwe te ew kêfxweş kir.
7
Çimkî padîşah bi Xudan ewle ye,
Bi heskirina Yê Herî Berz bêlepte ye.
8
Wê destê te bigihîje hemû dijminan,
Destê te yê rastê, bigîhije ji te nefretkiran.
9
Gava ku tu hêrs bibî ya Xudan,
Tê wan bikî wek firina dadayî;
Bi xezeba xwe daqurtînî,
Bi agir wan biqedînî.
10
Tê wan hilînî ji rûyê cîhan,
Rakî dundana wan ji nav mirovan.
11
Wan li ber te xerabî niyet kirin,
Xwestin bixapînin,
Belê ew serkeftinê nabînin.
12
Çimkî tê wan şûn ve bişînî,
Tîrên xwe li hember wan bitikînî.
13
Hêza xwe nîşan bide ya Xudan!
Emê pesnê berziya te bidin, bi stran.