Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e. 
1
Di roja teng de, bila Xudan bide bersîva te
Bila navê Xwedayê Aqûb te bilind bike.
2
Bila ji dera pîroz ji te re bişîne alîkarî,
Ji Siyonê ji te re bibe hêzdarî.
3
Bila hemû goriyan bibîr bîne,
Goriyên şewitandî bipejirîne!
4
Bila bi dilê xwe bide te,
Hemû şîretên te bi cih bîne!
5
Hingê emê, serketina te bi şahî pîroz kin,
Bi navê Xwedê alên xwe rêz kin.
Bila Xudan hemû daxwazên te bi cih bîne.
6
Niha ez hîn bûm, Xudan ji meshkiriyê* xwe re rizgariyê tîne.
Bi hêza destê xwe yê rastê,
Ji ezmanên pîroz wî dibersivîne.
7
Hin bi erebên xwe yên şer,
Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin.
Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin.
8
Ew xwar bûn, dikevin;
Em rabûn, ripîrast in.
9
Ya Xudan, ji padîşah re rizgariyê bîne!
Gava me bang kir, me bibersivîne!