Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Roja ku Xudan ew ji pença hemû dijminên wî û ji destê Sawil xelas kir, Dawid ev îlahî ji Xudan re xwend.
 - 1
 - Ez ji te hez dikim ya Xudan, tu yî hêza min!
 - 2
 - Xudan e zinarê min, kanî û rizgarkarê min.
Xwedayê min, zinarê min ê xwe spartinê ye.
Mertalê min, hêza min a rizgarkirinê, birca min a bilind e! - 3
 - Ezê bang bikim Xwedayê xwe yê hêjayî pesnan,
Û xelas bibim ji dijminan. - 4
 - Benên mirinê dora min pêçan,
Ji pêlên hilweşînê ez tirsiyam. - 5
 - Benên diyarê mirinê ez pêçam,
Kemînên mirinê bi ser min ve hatin. - 6
 - Min di tengahiya xwe de dua kir ji bo Xudan,
Hawara xwe lê kir ji bo alîkariyan.
Wî ji perestgeha xwe bihîst dengê min,
Gihîşt gohê wî feryada min. - 7
 - Hingê dinya lerizî, hejiya,
Bingeha çiyan ji binî ve leqiya.
Çimkî Xudan hêrs bûbû. - 8
 - Ji pozê wî bilind bû dûman,
Ji devê wî hilkişî agir,
Ji sotikan bi hev girt. - 9
 - Ezman qelaşt û daket,
Tariya reş di bin lingê wî de bû. - 10
 - Li Kerûbekî siwar bû û firiya,
Li ser bazkên bayê bilind bû. - 11
 - Tariyê li xwe pêça,
Reşahiya avan û ewrên reş ên asîman li dora xwe kir holik. - 12
 - Ji birqîna hebûna wî,
Ji ewran tavî û sotikên agir bariya. - 13
 - Xudan ji ezmanan kir qêrîn,
Deng da Yê Berz,
Bi tavî û sotikên agirîn. - 14
 - Tîrên xwe avêt ew ji hev belav kir,
Bi avêtina birûskê ew ji hev xera kir. - 15
 - Ji hilmsitandina pozê te,
Jî lêhilatîna te, ya Xudan,
Kûrahiya avan hat dîtin,
Bingehên dinyayê vebûn. - 16
 - Ji jorê, dirêjî min kir destê xwe Xudan,
Ez girtim, ez deranîm ji gellek avan. - 17
 - Wî ez, ji yên ku ji min nefret dikin,
Ji dijminên min ên hêzdar azad kirim.
Çimkî ew ji min hêzdartir bûn. - 18
 - Di roja felaketê de derketin pêş min,
Belê Xudan bû destek ji bo min. - 19
 - Wî ez derxistim firehiyê,
Ez xelas kirim, çimkî ji min xweş bû. - 20
 - Xudan, bergîdana rastbûna min da,
Li gor paqijiya destê min, hemberê wê da. - 21
 - Çimkî ez meşiyam, li ser riya Xudan,
Bi xerabiyê, ji Xwedayê xwe neqetiyam. - 22
 - Li pêş min e hemû dadbariyên wî,
Dûr naxim ji xwe qanûnên wî. - 23
 - Bi wî re ez tam û temam bûm,
Min xwe dûr kir ji gunehan. - 24
 - Ji ber vê yekê Xudan ji ber rastiya min,
Li gor destpaqijiya min a li pêş xwe, da bergîdana min. - 25
 - Tu ji yê dilsoz re dilsoz î,
Bi yê têgihîştî re gihîştî. - 26
 - Bi pak re pak,
Ji zilamê xwar re xwar î. - 27
 - Tu yî rizgarkarê nefsbiçûkan,
Dadixî jêr bozbilindan. - 28
 - Tu pê dixî çira min!
Ey Xudan Xwedê, tu ronahî dikî tariya min. - 29
 - Bi te ez êrîş dikim ser leşker,
Bi Xwedayê xwe derbas dibim dîwar û çeper. - 30
 - Riya Xwedê bêqusûr e,
Sozê Xudan xas e.
Ew, ji her kesê ku xwe spartiye wî re mertal e. - 31
 - Ma heye ji xeynî Xudan Xwedê?
Ji Xwedê pê ve zinarê ku mirov pişta xwe bidê? - 32
 - Ew Xwedê, ku hêz dide min,
Û temam dike riya min. - 33
 - Wî ling dan min wek lingên xezalan,
Ez li jor parastim, li bendavan. - 34
 - Wî hîn kir destê min ji bo şeran,
Milê min kir kevanê ji tuncan. - 35
 - Te da min mertalê rizgarkirina xwe,
Destê te yê rastê ez girtim,
Nefsbiçûkiya te ez bilind kirim. - 36
 - Te fireh kir ciyê lingê min,
Loma neşemitî piyê min. - 37
 - Ez bi pey dijminê xwe ketim, gihîştim wan,
Ez nezivirîm heta ku ew neqediyan. - 38
 - Min ew pelaxt, ew nikarin rabin,
Wê weha di bin lingê min de bin. - 39
 - Ji bo şer te ez bi hêzê rapêçandim,
Yên ku li hember min rabûn di bin min de pelişandin. - 40
 - Te kir ku dijmin ji ber min birevin,
Yên ku ji min nefret dikin tunebin. - 41
 - Wan kir hawar, belê nedîtin kesî rizgarkar;
Bang kirin Xudan, wî bersîv neda wan. - 42
 - Te ew pelçiqand, wek toza ber bayê,
Bi wan girt û avêt, wek heriya kuçê. - 43
 - Te ez xelas kirim ji pevçûna gelê min,
Ez kirim serok li ser miletên din,
Yên ku ez nas nakim ji min re evdîtî dikin. - 44
 - Bi bihîstinê re goh didin min,
Yên xerîb serî datînin li ber min. - 45
 - Yên xerîb bêhêz in,
Bi lerizîn ji kelehên xwe dibezin. - 46
 - Xudan dijî, pîroz be zinarê min!
Bila bilind be, Xwedayê rizgariya min! - 47
 - Ew Xwedê ye, ku distîne heyfa min.
Û miletan dike bin hêza min. - 48
 - Ew min rizgar dike ji dijmin,
Serhildêran dike bin serweriya min,
Min diparêze ji zordaran. - 49
 - Ji bo vê ya Xudan, ez ji te re spas dikim ji nav miletan,
Li ser navê te dibêjim lavijan. - 50
 - Xudan rizgarkirinên mezin dide padîşahê xwe,
Ji yê xwe yê meshkirî*, ji Dawid û ji nîjada wî re,
Her û her keremdar e. 

