Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Duayek Dawid. 
1
Ya Xudan, li doza heq gohdarî bike,
Feryada min bibihîze!
Goh bide dua min a ji lêvên bêhîle!
2
Tu min mafdar derîne,
Çimkî çavê te rastiyê dibîne.
3
Te ceriband dilê min,
Bi şev ez sehitandim,
Bi îmtihankirina min,
Te xerabiyek nedît;
Min niyet kir, ya xerab dernakeve ji devê min.
4
Herçî kirinên kesên din in,
Bi gohdana gotina te,
Ji riyên zordariyê reviyam.
5
Min bi gavên şidayî da ser riya te,
Neşemitîn lingên min.
6
Min bangî te kir ey Xwedê,
Çimkî tu bersîv didî min;
Goh bide, gohdar be li gotina min!
7
Ey tu, yên ku xwe dispêrinê,
Bi destê xwe yê rastê, wan ji dijminên wan xelas dike!
Kerema xwe ya mezin nîşan de.
8
Min biparêze wek bîbikê çavan;
Ji êrîşkirina xeraban,
9
Ji dijminên ku dora min rapêçane,
Di bin siya bazkên xwe de min veşêre.
10
Dilê wan dohn girtiye,
Bi devê xwe bi quretî dibêjin.
11
Niha dor li me dipêçin, li pey şopa me ne,
Ji bo me li erdê xin çav li ser me ne.
12
Wek şêrekî li benda perçekirinê,
Wek şêrekî ciwan ê ku rûniştiye di kemînê.
13
Rabe ya Xudan, pêşî li wan bigre, wan hilweşîne!
Canê min bi şûrê xwe ji xeraban,
Bi destê xwe ji mirovan, ya Xudan,
Ji zilamên dinê bifilitîne.
14
Yên ku para wan a jînê ji vê dinê ye,
Bila zikê wan bi cezayê ku tê bidî tije bimîne,
Bila zarokên wan jî bixwin û têr bibin,
Yê mayî ji nevîyên wan re bimîne.
15
Ezê bi saya rastdariyê rûyê te bibînim,
Gava hişyar bim, bi dîdara te têr bibim.