Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Dawid a pesindanê. 
1
Ey Xwedayê min, ey padîşah, ezê te berz bikim,
Ezê ji navê te re her û her spas bikim.
2
Ezê her roj pesnê te bidim,
Ezê her û her pesnê navê te bidim.
3
Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye,
Aqil nagihîje mezinahiya wî.
4
Kirinên te ji nifşekî derbasî yê din dibin,
Karên te yên hêzdar wê bên ragihandin.
5
Wê mirov, karên te yên mezin, berz û rewnaq bipeyivin,
Ezê li ser karên te yên ecêb bifikirim.
6
Wê li ser hêzdariya karên te yên bi haşmet bifikirin,
Ez jî, ezê mezinbûna te bidim bihîstin.
7
Ewê bîranîna qenciya te ya mezin bidin bihîstin,
Bi lavijan pesnê rastdariya te bidin.
8
Xudan keremdar û dilovan e,
Zû hêrs nabe, kerema wî mezin e.
9
Xudan, ji bo her kesî qenc e,
Dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye.
10
Hemû karên te, ji te re spasdar in, ya Xudan,
Hemû dilsozên te, didin pesnê te.
11
Li ser berziya padîşahiya te tê peyivîn,
Hêzdariya te tê axaftin.
12
Da ku herkes bi karên te yên hêzdar,
Haşmet û berziya padîşahiya te bizanibe.
13
Padîşahiya te padîşahiya her û her e,
Herdem dajo serweriya te.
Xudan, di hemû sozên xwe de dilsoz e,
Di her karên xwe de dilovan e.
14
Xudan ji her kesê ketî re dibe destek,
Hemû yên xwarbûyî rast dike.
15
Çavê her kesî li te ye,
Tu xwarina wan, di wextê de didî wan.
16
Tu destên xwe vedikî,
Daxwaza her jiyandarî bi cih tînî.
17
Xudan di hemû riyên xwe de dadperwer e,
Di hemû karên xwe de keremdar e.
18
Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê,
Ew yên ku, ji dil bang dikinê.
19
Ew, daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cih,
Feryada wan dibihîze û wan rizgar dike.
20
Xudan, hemû yên ku jê hez dikin diparêze,
Û hemû xeraban tune dike.
21
Devê min, pesnê Xudan dide!
Bila her û her hemû jiyandar,
Pesnê navê wî yê pîroz bidin.