Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Bila zinarê min, Xudan pîroz be,
 Yê ku destên min ji bo şer,
 Tiliyên min ji bo cengê hîn kir!
- 2
- Ew e keremdar û keleha min,
 Ew e birc û rizgarkarê min,
 Ew e mertal û stargeha min,
 Wî kir ku gel, serî deynin li ber min!
- 3
- Ya Xudan, ma mirov çi ye ku tu wî bihesibînî,
 Kurê mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî?
- 4
- Mirov wek hilmekê ye,
 Rojên wî, wek wê siyê ne ku diçin.
- 5
- Ya Xudan, ezmanan biqelêşe û dakeve,
 Xwe bi çiyayan bike, da ku pêkevin.
- 6
- Birûskê lêxe, dijmin belav ke,
 Tîrên xwe bişîne, wan ji ser hev xera ke.
- 7
- Ji jor ve destê xwe dirêj ke, min rizgar ke;
 Min ji avên kûr derîne,
 Ji destê kurên xelkê azad ke.
- 8
- Devê wan derewan dibêje,
 Destê wan ê rastê hîlekar e.
- 9
- Ey Xwedê, ez ji te re lavijeke nû bistrînim,
 Ez bi çenga dehtêl pesnê te bidim.
- 10
- Tu yî, yê ku serketinê dide padîşahan,
 Te evdê xwe Dawid, ji şûrê xerabiyê rizgar kir.
- 11
- Min rizgar ke,
 Ji destê kurên xelqê azad ke.
 Devê wan derewan dibêje,
 Destê wan ê rastê hîlekar e.
- 12
- Hingê wê kurên me di xortaniya xwe de,
 Wek şaxên gihîştî bin,
 Wê keçên me, wek stûnên qesrê yên neqişandî bin.
- 13
- Wê embarên me, bi her cûre erzaqê tije bin;
 Miyên me, wê li nav zeviyên me,
 Bi hezar û deh hezaran berx bidin.
- 14
- Wê dewarên me xurt bin;
 Wê di sûrên me de qul neyên vekirin,
 Li kuçeyên me tunebe qêrîn.
- 15
- Xwezî bi wî gelî ku di vê rewşê de ye!
 Xwezî bi wî gelî ku Xudan Xwedayê wan e.

