Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Duaya min bibihîze, ya Xudan,
Goh bide lavakirina min!
Bi dilsoziya xwe, bi rastdariya xwe min bibersivîne!
2
Evdê xwe derneyne pêş dîwanê,
Çimkî tu kesê jiyandar, li pêş te dernakeve rastdar.
3
Dijmin daye pey min,
Jiyana min li bin gohê erdê xist.
Min li tariyê daye rûniştin.
Wek yên ku ji zû ve mirin.
4
Loma ruhê min di hundirê min de dixeriqe,
Dilê min perîşan e.
5
Ez rojên borî bibîr tînim,
Bi kûrî li ser hemû karên te difikirim,
Ez li karên destê te difikirim û ji xwe diçim.
6
Destên xwe ji te re vedikim,
Canê min wek axa ziwa ji te re, tî bûye.
7
Zû bersîv bide min, ya Xudan,
Ruhê min derdikeve.
Ruyê xwe ji min nenixême,
Da ku ez nemînim, yên ku dadikevin gorê.
8
Serê sibê, kerema xwe bi min bide bihîstin,
Çimkî ez bi te bawer im;
Riya ku ezê herim nîşanî min bide,
Çimkî ez canê xwe ji te re bilind dikim.
9
Tu min ji dijminên min azad ke, ya Xudan;
Ez xwe dispêrim te.
10
Min hîn bike, da ku ez daxwaza te bînim cih,
Çimkî tu Xwedayê min î.
Bila ruhê te yê qenc,
Di rê de rêberiya min bike!
11
Ya Xudan, ji bo navê xwe min bijîne,
Bi rastdariya xwe min ji tengahiyê derîne.
12
Bi kerema xwe,
Tu helaq bike dijminên min,
Tune bike, hemû yên ku tengahiyê didin min,
Çimkî ez evdê te me.