Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, tu min xelas ke ji zilamê xerab,
Min biparêze ji zilamê zordar.
2
Ew ku, hergav di dilê xwe de xerabiyê difikirin,
Her roj, ji bo şer dişêwirin,
3
Ew wek mar zimanê xwe tûj dikin,
Jehra koremar di bin lêvên wan de ye.
4
Ya Xudan, tu min ji destê yê xerab biparêze,
Min biparêze ji zilamê zordar;
Ew ku, dixwazin min averê bikin.
5
Yên qure ji bo min dafik danîn,
Li qeraxê rê ben tikandin;
Ji bo min kemîn danîn.
6
Min ji Xudan re got: "Xwedayê min tu yî."
Goh bide qêrîna min, ya Xudan.
7
Ey hêza rizgariya min, ey Xudanê serwer,
Di roja şer de, te serê min parast.
8
Daxwaza xeraban neyne cih, ya Xudan,
Niyeta wan a xerab pêşve nebe!
Da ku qure nebin.
9
Bila serê yên ku dor li min pêça ne,
Xerabiya ku ji devê wan dertê binixême.
10
Bila sotikên agir bi ser wan de bibarin!
Bila bên avêtin nav agir û avên kûr,
Û cardin ranebin.
11
Bila yên buxtankar li welat bi ser nekevin,
Bila xerabî, zûka, nêçîr bike li zordar.
12
Ez dizanim, Xudan doza bindestan dajo,
Ji bo hejaran dibe daddar.
13
Bêguman yên rastdar, spas dikin ji navê te re,
Wê yên rast derkevin pêşberî te.