Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Heta kîngê ya Xudan,
Ma tê her û her jibîr bîkî min?
Heta kîngê rûyê xwe veşêrî ji min?
2
Her roj, bi dilê bi keder a qirase,
Heta kîngê wê bajo ev waswase?
Heta kîngê wê dijminê min bi ser keve?
3
Halê min bibîne ya Xudan, bersîva min bide,
Çavên min veke, da ez nekevim xewa mirinê.
4
Da ku dijminê min nebêje "Min ew têk bir,"
Bi lerizîna min nebe dilşad û kêfkir.
5
Bi hezkirina te ez bûm ewledar,
Dilê min bi xelaskirina te bextewar.
6
Ezê ji Xudan re lavijan bêjim,
Çimkî wî ji min re kir comerdî.