Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 113 
1
Pesnê Xudan bidin!
Pesin bidin, ey evdên Xudan,
Pesnê navê Xudan bidin!
2
Ji niha heta her û her,
Bila pîroz be navê Xudan!
3
Ji derketina rojê heta çûna wê ya ava,
Hêjayî pesindanê ye navê Xudan!
4
Xudan li ser tevahiya miletan serwer e,
Û berziya wî li ser ezmanan e.
5
Ma kî wek Xudan Xwedayê me ye?
Li jorê rûdinê.
6
Xwe ditewîne,
Da ku erd û ezman bibîne.
7
Ew yê ketî ji erdê radike,
Yê hejar ji ser sergo bilind dike;
8
Da ku gelê wî bi mîran re,
Bi mîrên gelê xwe re rûnê.
9
Ew malê dide jina stewr,
Wê dilşa dike û dike dayika zarokan.
Pesnê Xudan bidin!