Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Ez xwe dispêrim Xudan,
Hûn çawa ji bo min dibêjin,
"Wek çivîkan bireve çiyan.
2
Binêre li xeraban,
Dişidînin kevanan,
Ji bo ku di tariyê de bavêjin yên dilpak,
Ditikînin tîran.
3
Çaxê bingeh hilweşîn,
Dikare çi bike zilamê rastîn?"
4
Li perestgeha pîroz e Xudan,
Textê wî li ezmanan,
Ew her kesî dibîne,
Hemû mirovan diceribîne.
5
Yê rast diceribîne Xudan,
Ji yê xerab, ji yê zordar aciz e, ji can.
6
Wê li ser xeraban terafa agir û kewkurtê bibarîne,
Wê para wan bikeve kasa bayê ku dişewitîne.
7
Çimkî Xwedê rast e, ji rastiyê hez dike;
Li ber mirovê rast rûyê xwe vedike.