Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 107
- 1
- Spas bikin ji Xudan re, çimkî qenc e,
 Kerema wî her û her e.
- 2
- Bila weha bêjin yên ku Xudan ew azad kirine,
 Ew yên ku ji tengahiyê xelas kirine,
- 3
- Wî ew ji rojhilat, ji rojava, ji bakûr, ji başûr,
 Ji welatan civandine.
- 4
- Li çolê, li dera tenha, ew eware geriyan,
 Bajarek ku lê rûnên nedîtin.
- 5
- Tî û birçî,
 Dilê wan xeriqî.
- 6
- Hingê di tengahiya xwe de, ji Xudan re feryad kirin,
 Wî ew ji derdê wan xelas kirin.
- 7
- Ji bo ku herin bajarekî ku lê rûnên,
 Wî ew di riya rast de meşandin.
- 8
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
 Ji bo karên nedîtî yên ku kirî ji bo mirovan.
- 9
- Çimkî ew tiyan têr dike,
 Canê birçî bi qenciyê tije dike.
- 10
- Li dera tarî û di bin siya mirinê de rûniştibûn,
 Girtiyên xemgîn û bi zincîran girêdayî.
- 11
- Çimkî li hember peyvên Xwedê serî hildabûn,
 Û şîreta Yê Herî Berz biçûk dîtibûn.
- 12
- Wî dilê wan bi karên giran nizim kir,
 Ketin, kesî ku ji wan re bibe alîkar tunebû.
- 13
- Hingê ji nav tengahiyan, feryad kirin li Xudan,
 Wî ew azad kirin ji derdê wan;
- 14
- Wî ew ji tariyê û ji bin siya mirinê deranîn,
 Wî şikand zîncîrên wan.
- 15
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
 Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan,
- 16
- Çimkî wî deriyên tunc şikand,
 Û darikên hesin ji hev qetand.
- 17
- Hin ji wan bêaqil bûn,
 Ji ber sûc û xerabiyên xwe kişandin.
- 18
- Dilê wan ji hemû xwarinan li hev diket,
 Nêzikî deriyên mirinê dibûn.
- 19
- Hingê di tengahiyê de feryad dikin li Xudan,
 Ew wan xelas dike ji derdê wan.
- 20
- Peyva xwe şand, sihetê da wan,
 Ji çala ku ketinê, xelas kir wan.
- 21
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan
 Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.
- 22
- Bila gorîyên spaskirinê pêşkiş bikin,
 Û bi qîrînên şahiyê kirinên wî bidin bihîstin!
- 23
- Hin bi gemiyan şeqitîn deryayê,
 Li ser avên mezin kar dikirin,
- 24
- Ew dibînin karên Xudan,
 Karên nedîtî yên ku kirî li kûrahiyan.
- 25
- Çimkî wî emir kir, ba û bager rakir,
 Pêlên deryayê bilind kir.
- 26
- Ew derketin ezman, daketin binî,
 Di tengahiyê de, heliya wêrekiya wan,
- 27
- Wek serxweşan şewişîn, terpilîn,
 Û ji serê wan çû hişê wan.
- 28
- Hingê di tengahiyê de feryad kirin li Xudan,
 Wî ew xelas kirin ji derdê wan.
- 29
- Wî bagerê da sekinandin,
 Pêlan da rawestandin;
- 30
- Hingê şa bûn, çimkî gihîştin rihetiyê,
 Wî ew gihadin kara ku dixwestin herinê.
- 31
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
 Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.
- 32
- Bila wî berz bikin di civata gel de,
 Pesnê wî bidin di koma rûsipiyan de.
- 33
- Ew çeman dizivirîne çolê,
 Kaniyên avê dike ziwayî,
- 34
- Axa bi ber û adan,
 Ji rûyê xerabên li ser rûniştî dike çol.
- 35
- Ew çolê dizivirîne gola avê,
 Axa ziwa dike kaniya avê.
- 36
- Ji bo ku bajarekî lê rûniştinê ava bikin;
 Birçiyan li wir dide rûniştin.
- 37
- Ew zeviyan dajon, rezan datînin,
 Û bi zêdehî ber hiltînin.
- 38
- Bi pîrozkirina Xudan,
 Ew gellek zêde bûn,
 Wî kêm nekir heywanên wan.
- 39
- Dîsa ji destê xedarî, xerabî û kederê,
 Kêm bûn, hatin biçûkkirin.
- 40
- Xudan şermî barand bi ser mîrên wan,
 Di çola bêrê de ew eware gerand.
- 41
- Belê yê feqîr ji sefaletê deranî,
 Malbatên wan wek keriyê pez zêde kir.
- 42
- Yên rast dibînin û pê şa dibin,
 Yên xerab devê xwe radidin.
- 43
- Yê şehreza vana digire,
 Aqilê wî ji kerema Xudan dibirre.

