Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - 1
 - Û wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Padîşahiya Xwedê bi hêz tê, ew mirinê qet tam nakin.»
 - Dîtina Îsa Diguhere
 - 2
 - Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin.
 - 3
 - Cilên wî çîlspî bûn û ewqas dibiriqîn ku li ser rûyê erdê tu cilspîker nikaribû ew wusa spî bikirana.
 - 4
 - Hingê Êlyas* û Mûsa* li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn.
 - 5
 - Petrûs ji Îsa re got: «Mamoste, çiqas qenc e ku em li vir in! Ka em sê holikan çêkin, yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.»
 - 6
 - Wî nizanibû ku çi bêje, ji ber ku ew gelek tirsiyabûn.
 - 7
 - Hingê ewrek derket, li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat: «Ev e Kurê* min ê delal! Guhdariya wî bikin!»
 - 8
 - Ji nişkê ve şagirtan li dora xwe nêrî, ji Îsa pê ve kesek nedîtin.
 - 9
 - Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir ku heta Kurê* Mirov ji nav miriyan ranebe, ew ji kesî re tiştên dîtî nebêjin.
 - 10
 - Şagirtan ev peyv di dilê xwe de girt û ji hevdû pirsîn, ka mana rabûna ji nav miriyan çi ye.
 - 11
 - Û wan jê pirsî: «Gelo, çima Şerîetzan dibêjin divê pêşî Êlyas bê?»[a]
 - 12
 - Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê* Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?
 - 13
 - Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas hatiye û çawa ku li ser wî hatiye nivîsîn, çi ku dilê wan xwest bi wî kirin.»
 - Îsa Zarokekî Cinoyî Qenc Dike
 - 14
 - Çaxê hatin ba şagirtên din, dîtin ku li dora wan elaleteke mezin civiyaye û Şerîetzan bi wan re munaqeşê dikin.
 - 15
 - Îcar gava ku hemû elaletê Îsa dît, gelek ecêbmayî ma û bi bez çûn pêşiya wî û silav danê.
 - 16
 - Îsa ji wan pirsî: «We bi wan re li ser çi munaqeşe dikir?»
 - 17
 - Ji nav elaletê mirovekî bersîva wî da: «Mamoste, min kurê xwe yê ku cinekî lalîtiyê pê re heye ji te re anî.
 - 18
 - Ruh her li ku derê wî bigire, davêje erdê, kef bi ser devê wî dikeve, diranên xwe diqirçîne û req dibe. Min ji şagirtên te hêvî kir ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn.»
 - 19
 - Îsa li wan vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer! Heta kengê ezê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin ba min.»
 - 20
 - Wan jî kurik anî ba Îsa. Gava ku cin Îsa dît, di cih de kurik vehejand. Ew ket erdê, kef bi ser devê wî ket û gevizî.
 - 21
 - Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kengê ve ew weha ye?» Wî jî got: «Ji zaroktiya xwe ve.
 - 22
 - Ruh ji bo ku wî helak bike, gelek caran ew avêt nav êgir û avê. Lê eger tu bikarî tiştekî bikî, li me were rehmê û alîkariya me bike!»
 - 23
 - Îsa ji wî re got: «Te got: ‹Eger tu bikarî›! Ji bo yê ku bawer* dike her tişt çêdibe.»
 - 24
 - Wê gavê bavê kurik qîriya û got: «Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!»
 - 25
 - Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!»
 - 26
 - Ruh qîriya, bi şid kurik vehejand û jê derket. Û kurik bû wek miriyan, wusa ku pirraniya wan digot: «Ew mir!»
 - 27
 - Lê Îsa bi destê wî girt û ew rakir. Kurik jî rabû ser xwe.
 - 28
 - Piştî Îsa çû malekê, şagirtên wî bi serê xwe jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?»
 - 29
 - Îsa li wan vegerand: «Cinê bi vî cûreyî ji dua pê ve, bi tu riyên din dernakevin.»
 - Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 30
 - Ji wir çûn û di nav Celîlê re derbas bûn. Îsa nedixwest ku kes bi vê yekê bizane,
 - 31
 - çimkî wî şagirtên xwe hîn dikirin û ji wan re digot: «Wê Kurê Mirov bidin destên mirovan, ewê wî bikujin û piştî kuştinê bi sê rojan, ewê rabe.»
 - 32
 - Lê wan ev gotin fêm nekir û tirsiyan ku ji wî bipirsin.
 - Yê Mezin Kî Ye?
 - 33
 - Û ew hatin Kefernahûmê. Gava Îsa li mal bû, ji şagirtan pirsî: «Hûn di rê de li ser çi dipeyivîn?»
 - 34
 - Lê ew bêdeng man, çimkî di rê de, di nav xwe de peyivîbûn, ka kî ji wan ê herî mezin e.
 - 35
 - Îsa rûnişt, gazî diwanzdehan kir û ji wan re got: «Eger kesek bixwaze bibe yê pêşî, divê ew bibe yê paşî û xizmetkarê hemûyan.»
 - 36
 - Îcar wî bi destê zarokekê girt û ew di nav wan de da rawestandin, zarok himbêz kir û ji wan re got:
 - 37
 - «Kî ku zarokeke weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike. Û kî ku min qebûl bike, ne min, lê wî yê ku ez şandime qebûl dike.»
 - Yê ku ne li Dijî Me Ye, ji Aliyê Me Ye
 - 38
 - Yûhenna ji Îsa re got: «Mamoste, me mirovek dît ku bi navê te cin derdixistin. Lê me nehişt, çimkî li pey me nedihat.»
 - 39
 - Lê Îsa got: «Rê lê negirin, çimkî tu kes tune ku bi navê min kerametekê bike û zû bikare li ser min bi xerabî bipeyive.
 - 40
 - Çimkî yê ku ne li dijî me ye, ji aliyê me ye.
 - 41
 - Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku tasek av bide we, ji ber ku hûn ên Mesîh in, xelata xwe qet winda nake.
 - Jirêderketin
 - 42
 - «Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê.
 - 43
 - -44 Eger destê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê dest bikevî jiyanê, lê ne ku bi herdu destên xwe ve herî dojehê*, nav agirê ku venamire.
 - 45
 - -46 Eger lingê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê ling bikevî jiyanê, lê ne ku tu bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin dojehê*.
 - 47
 - Eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe! Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî Padîşahiya Xwedê, lê ne ku tu bi herdu çavan ve bêyî avêtin dojehê.
 - 48
 - Li wir kurmê wan namire û agirê wê natemire.[b]
 - 49
 - Çimkî her kes wê bi êgir bê xwêkirin.
 - 50
 - Xwê qenc e. Lê eger xwê şoriya xwe winda bike, hûnê careke din bi çi şoriya wê bidinê? Bila bi we re tama xwê hebe û bi hev re di aştiyê* de bijîn.»
 

