Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Îsa Çar Hezar Mirov Têr Dike
 - 1
 - Di wan rojan de dîsa gava ku elaleteke mezin civiya û tiştekî wan tunebû ku bixwin, Îsa gazî şagirtên xwe kir û got:
 - 2
 - «Dilê min bi vê elaletê dişewite, çimkî ev sê roj e ku bi min re ne û tiştekî wan tune ku bixwin.
 - 3
 - Eger ez wan birçî bişînim malên wan, ewê di rê de dilbihûrî bibin û hin ji wan jî ji cihên dûr hatine.»
 - 4
 - Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: «Li vê çolê mirov ji ku derê dikare evqas mirovan têr bike?»
 - 5
 - Îsa ji wan pirsî: «Çend nanên we hene?» Wan got: «Heft.»
 - 6
 - Îsa li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. Wî heft nan hildan, şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe ku deynin ber xelkê. Wan jî ew danîn ber wan.
 - 7
 - Û çend masiyên wan ên biçûk jî hebûn. Îsa ji bo wan jî şikir kir û got: «Van jî deynin ber elaletê.»
 - 8
 - Wan xwar û têr bûn û wan heft selik ji pariyên bermayî dan hev.
 - 9
 - Hejmara yên ku xwarin, nêzîkî çar hezar mirov bû. Gava ku Îsa ew verêkirin,
 - 10
 - di cih de bi şagirtên xwe ve ket qeyikê û çûn herêma Dalmanûtayê.[a] 
 - Fêrisî li Nîşanekê Digerin
 - 11
 - Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi munaqeşê kirin. Ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
 - 12
 - Îsa ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş* li nîşanekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek nayê dayîn.»
 - 13
 - Wî ew hiştin, dîsa ket qeyikê û derbasî aliyê din ê golê bû.
 - Hevîrtirşkê Fêrisiyan û Hêrodês
 - 14
 - Îcar şagirtan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nên bînin. Li ba wan, di qeyikê de ji nanekî pê ve, tiştek tunebû.
 - 15
 - Îsa tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.»
 - 16
 - Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku nanê me tune, weha dibêje.»
 - 17
 - Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin û wî ji wan re got: «Hûn çima di nav xwe de dipeyivin ku nanê we tune? Ma hûn tênagihîjin û fêm nakin? Ma hişê we giran bûye?
 - 18
 - Çavên we hene, ma hûn nabînin?
Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?
Ma nayê bîra we,[b] - 19
 - çaxê ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şikandin, ji pariyên nên we çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.»
 - 20
 - «Û gava min heft nan ji bo çar hezar mirov şikandin, we çend selikên tije parî dan hev?» Wan got: «Heft.»
 - 21
 - Îsa ji wan re got: «Ma hûn hê jî fêm nakin?»
 - Li Beytsaydayê Qenckirina Korekî
 - 22
 - Û ew hatin Beytsaydayê. Hinekan mirovekî kor anî ba Îsa û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser.
 - 23
 - Wî jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma tu tiştekî dibînî?»
 - 24
 - Wî jî li jorê nêrî û got: «Ez mirovan dibijêrim, mîna daran in û rêve diçin.»
 - 25
 - Careke din Îsa destên xwe danîn ser çavên wî, mirov bi baldarî nêrî û çavên wî vebûn û her tişt bi zelalî dît.
 - 26
 - Îsa jî ew şand mala wî û jê re got: «Nekeve nav gund.»
 - Şahidiya Petrûs a li ser Îsa
 - 27
 - Îsa bi şagirtên xwe ve çû gundên Qeyseriya Filîpos û di rê de ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
 - 28
 - Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e, hinekên din jî dibêjin yek ji pêxemberan e.»
 - 29
 - Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs bersîva wî da û got: «Tu Mesîh* î.»
 - 30
 - Îsa jî li wan hişk emir kir ku li ser wî ji kesî re nebêjin.
 - Îsa ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
 - 31
 - Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin ku divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
 - 32
 - Û wî ev bi eşkereyî got. Îcar Petrûs ew kişand aliyekî û lê hilat*.
 - 33
 - Lê Îsa zivirî û li şagirtên xwe nêrî, li Petrûs hilat û got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî tu ne tiştên xwedayî*, lê tiştên mirovî difikirî.»
 - 34
 - Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
 - 35
 - Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike.
 - 36
 - Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye?
 - 37
 - Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
 - 38
 - Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê* Mirov jî, gava di rûmeta Bavê* xwe de tevî milyaketên pîroz* bê, wê ji ber wî şerm bike.»
 

