Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
 - 1
 - Îsa ji wir derket û çû bajarê xwe. Şagirtên wî jî li pey wî çûn.
 - 2
 - Çaxê bû roja Şemiyê, wî di kinîştê de dest bi hînkirinê kir û gelekên ku ew bihîstin, gelek şaş man û gotin: «Vî mirovî ev tişt ji ku derê anîn? Ev çi şehrezayî ye ku jê re hatiye dayîn? Ev çi keramet in ku bi destê wî çêdibin?
 - 3
 - Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê* û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.
 - 4
 - Îsa jî ji wan re got: «Pêxemberek* ji bajarê xwe, di nav mirovên xwe de û ji mala xwe pê ve, li cihên din ne bê siyanet* e.»
 - 5
 - Wî li wê derê nikaribû tu keramet bikira, bi tenê destên xwe danîn ser çend nexweşan û ew qenc kirin.
 - 6
 - Îsa li bêbaweriya wan şaş ma.
Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir. - Şandina Diwanzdeh Şagirtan
 - 7
 - Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan.
 - 8
 - Li wan emir kir û got: «Ji bo rêwîtiyê ji bilî dar tu tiştî bi xwe re nebin: Ne nan, ne tûr û ne jî di kemberê de pere.
 - 9
 - Çaroxên xwe bikin piyê xwe, lê du kirasan wernegirin.»
 - 10
 - Ser ve zêde kir û got: «Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wî cihî derkevin, li wê malê bimînin.
 - 11
 - Ew cihên ku we qebûl nekin û guh nedin gotina we jî, gava hûn ji wir herin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ev ji bo wan bibe şahidî.»
 - 12
 - Ew jî bi rê ketin û wan hîn kir ku mirov tobe bikin.
 - 13
 - Wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.
 - Kuştina Yûhennayê Imadkar
 - 14
 - Û Hêrodês* padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê* imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
 - 15
 - Lê hinekan jî digot: «Ev Êlyas* e.» Hinekên din jî digotin: «Ev pêxemberek* wek pêxemberên dema berê ye.»
 - 16
 - Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: «Yûhennayê ku min serê wî jêkiriye, ji nav miriyan rabûye.»
 - 17
 - Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû.
 - 18
 - Lê Yûhenna jê re gotibû: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
 - 19
 - Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket,
 - 20
 - çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz* e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.
 - 21
 - Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê.
 - 22
 - Gava keça Hêrodiyayê ket hundir, reqisî û ev yek li Hêrodês û vexwendiyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padîşah ji keçikê re got: «Tu ji min her çi dixwazî bixwaze, ezê bidim te.»
 - 23
 - Û wî jê re ji dil sond xwar û got: «Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî!»
 - 24
 - Keçik derket û çû ji diya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Diya wê jî got: «Serê Yûhennayê imadkar!»
 - 25
 - Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe jê re got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê imadkar li ser sêniyekê bidî min.»
 - 26
 - Padîşah gelek xemgîn bû. Lê ji ber ku li pêşberî vexwendiyan sond xwaribû, nexwest soza ku daye wê, bişikêne.
 - 27
 - Padîşah hema celad şand, emir lê kir ku serê Yûhenna bîne. Celad jî çû zîndanê, serê wî jêkir
 - 28
 - û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe.
 - 29
 - Gava ku şagirtên* Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cesedê wî birin û di gorekê de veşartin.
 - Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike
 - 30
 - Û Şandî* vegeriyan ba Îsa, her tiştê ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin.
 - 31
 - Îsa ji wan re got: «Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin.» Ji ber ên ku diçûn û dihatin pirr bûn, wan fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin.
 - 32
 - Îcar ew bi serê xwe ketin qeyikekê û çûn cihekî bêpêjin.
 - 33
 - Lê gelek kesên ku çûna wan dîtin ew nas kirin. Ji hemû bajaran peya bi lez ketin rê û beriya wan gihîştin wir.
 - 34
 - Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir.
 - 35
 - Êdî ji ber ku wext dereng bû, şagirtên* Îsa hatin û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e, wext jî dereng e.
 - 36
 - Bihêle ku ew herin gund û gundikên der û dorê û ji xwe re tiştên xwarinê bikirrin.»
 - 37
 - Îsa li wan vegerand û got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Şagirtan got: «Ma em herin bi du sed zîvî* nên bikirrin û bi wan bidin xwarin?»
 - 38
 - Îsa ji wan re got: «Herin binêrin, ka çend nanên we hene.» Gava ku wan zanî, gotin: «Pênc nan û du masî hene.»
 - 39
 - Wî emir li wan kir ku hemûyan kom bi kom li mêrgê bidin rûniştin.
 - 40
 - Ew jî ji komên ku ji sed kesî û pêncî kesî pêk hatibûn li erdê rûniştin.
 - 41
 - Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva* kir.
 - 42
 - Hemûyan xwar û têr bûn.
 - 43
 - Ji nan û masiyên ji ber wan mabûn diwanzdeh selik tije parî dan hev.
 - 44
 - Hejmara yên ku ji wî nanî xwarin pênc hezar mêr bû.
 - Îsa li ser Avê Rêve Diçe
 - 45
 - Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin.
 - 46
 - Piştî xatir ji wan xwest, ji bo ku dua bike, çû çiyê.
 - 47
 - Dema ku bû êvar, qeyik di nava golê de bû û Îsa jî bi serê xwe li perê avê bû.
 - 48
 - Îsa dît ku şagirt di kişandina bêrikan de gelek zehmet dikişînin, çimkî ba ji hember wan ve dihat. Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî wan bû. Wî xwest ku di ber wan re derbas bibe,
 - 49
 - lê gava wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe, wan got qey xeyaletekê dibînin û qîriyan.
 - 50
 - Çimkî hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»
 - 51
 - Hingê ew li ba wan, li qeyikê siwar bû û ba rawesta. Şagirt bi carekê şaş man,
 - 52
 - çimkî wan ew bûyera li ser nên fêm nekiribû; hişê wan giran bûbû.
 - Îsa di Cênîsartê de Nexweşan Qenc Dike
 - 53
 - Gava ew derbasî aliyê din bûn,wan qeyik girêda, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê.*
 - 54
 - Ew ji qeyikê peya bûn û xelkê di cih de Îsa nas kir.
 - 55
 - Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn.
 - 56
 - Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.
 

