Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje 
1
Gava Îsa ji Perestgehê derket, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Mamoste! Li van kevirên mezin û li van avahiyên xweşik binêre!»
2
Îsa jê re got: «Tu van avahiyên mezin dibînî? Li vir kevir li ser kevir namîne, qet tiştek namîne ku neyê hilweşandin!»
Tengahiyên Mezin 
3
Gava Îsa li pêşberî Perestgehê, li Çiyayê Zeytûnê rûdinişt, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis bi serê xwe jê pirsîn:
4
«Ji me re bêje, ka ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên ha hemû li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»
5
Îsa dest pê kir ji wan re got: «Hay ji xwe hebin ku tu kes we nexapîne.
6
Gelek wê bi navê min bên û bêjin: ‹Ez ew im› û wê gelekan bixapînin.
7
Gava hûn dengê şeran û li ser şeran bibihîzin, netirsin. Tiştên weha divê bibin, lê hê dawî nehatiye.
8
Çimkî milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember padîşahiyan rabe. Wê li cih cihan erdhejîn çêbin û xela wê rabin. Lê ev hemû destpêka janan in.
9
Hay ji xwe hebin; wê we teslîmî dadgehan* bikin û di kinîştan de wê li we bixin. Ji rûyê min wê we derxin ber walî û padîşahan, da ku hûn li ber wan şahidiyê bikin.
10
Divê pêşî Mizgînî ji hemû miletan re bê dayîn.
11
Gava ku ew we bidin dest û bikişînin pirsyariyê, ji pêşî ve xeman nexwin ku hûnê çi bêjin. Lê di wê demê de çi we re bê dayîn, wî bêjin. Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Pîroz e.
12
Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe teslîmî mirinê bike. Zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin.
13
Û ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.
Felaketa Mezin 
14
«Çaxê hûn wî tiştê mekruh ê ku xerakirinê tîne, li cihê ku divê tê de nebe, rawestayî bibînin» – bila yê ku dixwîne fêm bike – «hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan.[a]
15
Yê ku li ser banî be, bila neyê xwarê û nekeve hundir, da ku tiştekî hilde.
16
Û yê li nav zeviyê jî bila venegere, ku ebayê xwe hilde.
17
Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin!
18
Dua bikin ku ev di zivistanê de çênebe.
19
Çimkî di wan rojan de, tengahiyeke wusa wê çêbe, ji destpêkê ve, gava ku Xwedê dinya afirandiye û heta niha çênebûye û tu caran çênabe.
20
Eger Xudan ev roj kurt nekirina, tu kes xilas nedibû. Lê ji bo xatirê yên bijartî yên ku wî ew hilbijartine, wî ew roj kurt kirine.
21
«Hingê, eger yek ji we re bêje: ‹Binêre, Mesîh li vir e›, an jî: ‹Binêre, ew li wir e›, bawer nekin.
22
Çimkî mesîhên derewîn û pêxemberên derewîn wê derkevin. Wê nîşan û karên mezin çêkin, wusa ku eger bibe, ewê bijartiyan jî bixapînin.
23
Lê hûn hay ji xwe hebin! Min her tişt ji pêşî ve ji we re got.
Vegerîna Kurê Mirov 
24
«Lê di wan rojan de, piştî wê tengahiyê
Roj wê tarî bibe
Û heyv ronahiya xwe nade,
25
Stêr wê ji ezmên bikevin,
Û rojgêranên* ezmanan wê ji riya xwe derkevin.[b]
26
«Û hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewran de bi hêz û rûmeta mezin tê.›[c]
27
Hingê ewê milyaketên xwe bişîne û wê bijartiyên xwe ji çar aliyan, ji perê erdê heta perê ezmên bicivîne.
Dara Hêjîrê 
28
«Îcar ji dara hêjîrê vê dersê hîn bibin: Çaxê ku çiqilên wê dibişkivin û pelên wê şîn dibin, hûn dizanin ku havîn nêzîk e.
29
Bi vî awayî, çaxê ku hûn jî bibînin ev tişt çêdibin, bizanin ku ew nêzîk e, li devê derî ye.
30
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş* qet nabihûre.
31
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.
Roj û Saeta ku Bi Tenê Xwedê Dizane 
32
«Lê heçî ew roj û ew saet e, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, ji Bav* pê ve tu kes pê nizane.
33
Hay ji xwe hebin! Hişyar bin! Çimkî hûn nizanin kengê ew wext wê bê.
34
Ev wek mirovekî ye ku mala xwe dihêle û derdikeve rêwîtiyê. Ew desthilatiya xwe dide xulamên xwe, karê her yekî dide wî û emir dide dergehvan jî ku hişyar bimîne.
35
Loma hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxwê malê wê kengê bê, êvarê an nîvê şevê, an wextê bangdana dîkan, an serê sibê.
36
Nebe ku ji nişkê ve bê û we di xewê de bigire.
37
Tiştê ku ez ji we re dibêjim, ez ji hemûyan re dibêjim: Hişyar bin!»
  1. a. 13:14 Binêre: Daniyêl 9:27; 11:31; 12:11
  2. b. 13:24-25 Binêre: Îşaya 13:10; 34:4; Yoêl 2:10, 31; 3:15
  3. c. 13:26 Ji: Daniyêl 7:13. Binêre: Peyxama Yûhenna 1:7